Li Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê di operasyoneke lêgerînê ya berfireh de li bajarokê Şefayê 2 serçeteyên DAIŞ`ê yên berpirsên gelek êrişên terorîstî, girtin.

Li Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
30 mijdar, 2020   11:40
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê bi armanca tunekirina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê duh bi şev operasyonek li bajarokê Şefa û gundên girêdayî wê pêk anî.

Hêzên meclisê di operasyonê de 2 serçeteyên DAIŞ`ê girtin, yek ji wan qaşo mîrê wîlayeta Firatê bi navê B.C.E. ye û ji Hecînê êrişên li dijî Baxozê dimeşandin û gelek êrişên din li dijî herêmê plan kirin.

Çeteyê din jî bi navê S.D. ye û berpirsê bûyerên kuştinê yên ku li herêmên di navbera Hecîn û Baxozê de rû dane.

Hêzên meclisê di operasyonê de gelek madeyên teqemenî û çekên cuda mîna debance, kalaşnîkov, bombeyên destan û bombeyên din desteser kirin.

Her du serçete li xwe mikur hatin ku gelek bûyerên terorîstî pêk anîne, jê teqîna li dijî meclisa herêmî ya Şefayê, teqandina erebeyekê li hemberî stasyona sotemeniyê ya Şamê, êrişa li dijî wesayîteke leşkerî û teqandina mala Ebdulselam Xelîf El-Salim û gelek bûyerên terorîstî yên ku li herêmê rû dane.

(şx)

ANHA