Cotkarên Zirganê ji ber êrişên hêzên dagirker bifikar in

Şêniyên Zirganê li ser zeviyên xwe yên çandiniyê bi fikar in, bi taybet herêmên eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Cotkarên Zirganê ji ber êrişên hêzên dagirker bifikar in
30 mijdar, 2020   07:47
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê bajarê Serêkaniyê dagir kir û nêzî navçeya Zirganê bû, zerareke mezin gihîşt şêniyên herêmê.

Artêşa Tirk a dagirker di mewsima borî de bi hezaran donim zevî şewitandin. Nehişt şêniyên herêmên dagirkirî zeviyên xwe bajon. Li her kesê nêzî zeviyan dibûn gule dibarandin. Rûbera van zeviyan jî nêzî 140 hezar donim e.

Şêniyên Zirgan û gundên girêdayî wê di radeya yekemîn din de bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara jiyana xwe dikin.

Di destpêka mewisma îsal de cotkaran serdana Komîteya Çandiniyê dikin da ku ruxsetan werbigirin. Her wiha hejmara cotkarên ku ruxsetên wergirtine gihaşt 550 cotkaran.

Derbarê warê çandiniyê li herêmê de û bandorên neyînî yên êrişên dagirkeriyê, hevserokê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Zirganê Sozdar Biro li ji ANHA`yê re axivî.

'JI ZÊDETIRÎ 145 HEZAR DONIM DI BIN SERWERIYA DAGIRKERÎ Û ÇETEYÊN WÊ DE YE’

Sozdar Biro destnîşan kir ku nêzîkbûna dagirkeran ji herêmê re bandoreke neyinî li rewşa çandiniyê kir û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rûbereke fireh  ku 145 hezar doniman derbas dike, ji zeviyên çandiniyê yên Zirganê dagir kirin."

Biro wiha pê de çû: "Bi hatina hêzên dagirker û çeteyên wê li nêzî herêmê re, gelek şênî koçber bûn û çeteyan mal, milk û pêdiviyên çandiniyê dizîn."

/kr/uploads/files/2020/11/30/074904_dsc_0110-large.webp

 ‘METIRSIYA JI DÛBAREKIRINA ŞEWITANDINA ZEVIYAN’

Cotkarên navçeya Zirganê mîna herêmên dagirkirî ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê wan armanc digirin, li ser çandin zeviyên xwe ditirsin. Ruxmî van metirsiyan jî, cotkar dîsa serdana Komîteya Çandinê dikin û dixwazin zeviyên xwe biçînin.

Biro da zanîn ku di destpêka mewsima çandiniyê de gelek pêdiviyên çandiniyê li cotkarên herêmê hatin belavkirin; zêdetirî 550 ton tov, zêdetirî 2 milyon û 250 hezar lître mazot beş bi beş li cotkaran hatin belavkirin.

'DAGIRKERIYÊ BANDOR LI ÇANDINIYÊ KIR'

Girêdayî mijarê, Biro bal kişand ser bandorên neyînî yên dagirkirina herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker li ser aborî û çandiniya li herêmê û got: "Herêm bi giştî bandor bû. Li ser asta çandiniyê herêma Zirganê xwedî roleke girîng e. Ji ber ku gelek hilberîn tê de têne çandin."

'ŞÊNÎ BI FIKAR IN KU ZEVIYÊN WAN CAREKE DIN WERIN ŞEWITANDIN’

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Zirganê Sozdar Biro di dawiyê de got: " Şênî hê jî, ji çandina zeviyên xwe metirsîdar in, ku dewleta Tirk a dagirker herêm topbaran bike û di encamê de zeviyên wan bişewitin mîna ku di sala borî de rû daye."

(fr)

ANHA