​​​​​​​Şêniyên Helebê: Perspektîfên rêber Ocalan garantiya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn in

Şêniyên Helebê got ji ber dewleta Tirk ji fikrên rêber Abdullah Ocalan ditirse û naxwaze gelê azadîxwaz fikrê wî nas bike, tecrîdê ferz dike, lê divê her kes bizane ku çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi perspektîfên rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

​​​​​​​Şêniyên Helebê: Perspektîfên rêber Ocalan garantiya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn in
30 mijdar, 2020   02:36
HELEB-HENAN MIHEMED-ARIF SILÊMAN

Têkildarî ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şêniyên Helebê axivîn.

Hêvîn Silêman destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk pêk hat.

Hêvîn Silêman da zanîn ku projeya neteweya demokratîk parastina mafên pêkhateyan dike û li hemberî projeyên dagirkeriyê yên qirkirina gelan dikin armanc, disekine.

Hêvîn Silêman di dawiya gotina xwe de got: "Ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn, perspektîfên Rêbertî bersiv  in, lê dewletên desthilatdar naxwazin ev pirsgirêk çareser bibe, ji ber ku xizmeta berjewendiyên wan nake. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan û yên  navneteweyî dikim ku bi karekî mirovî rabin, serdana girtîgeha Îmraliyê bikin û rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan zelal bikin."

ꞌDEWLETÊN DAGIRKER JI PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DITIRSINꞌ

Welatiya bi navê Emîna Beyrem jî axivî û ev yek got: "Girtina rêber Abdullah Ocalan wekî komployekî bû, dixwestin bi rêya vê komployê vîna gelê azadîxwaz bişikînin, ji ber ku dewleta Tirk êrişî gelê herêmê dike û hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe."

Emîna Beyrem diyar kir ku  dewletên desthilatdar ji projeya demokratîk ditirsin, ji ber vê tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dikin, lê rêber Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir akademiya belavkirina fikrên azad û demokrat.

ꞌRÊXISTINÊN HIQÛQÎ PARASTINA DEWLETÊN DAGIRKER DIKINꞌ

Emîna Beyrem wiha dawî li gotinên xwe anî: "Mixabin dadgeha navneteweyî û rêxistinên navneteweyî parastina girtiyan nake, berevajî vê yekê parastina dewletên dagirker dike, mînaka herî ber bi çav jî dema rêbertî 2013`an xwest ku li gorî qanûnan dadgehek li dar bikeve, dewleta Tirk red kir û rêxistinan destwerdan nekir."

ꞌGELÊ HERÊMÊ KOMPLO TÊK BIRꞌ

Ednan Cafer jî diyar kir ku dewleta Tirk nahêle parêzer û malbata rêber Ocalan pê re bicivin, ji ber ku ji fikrên rêber Abdullah Ocalan ditirsin û naxwazin gelê azadîxwaz fikrê wî nas bike. Lê dîsa jî bi saya fikrên wî gelê herêmê li hemberî dewleta Tirk a dagirker sekinî.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jsIuiobM7oc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>