Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin erka her kesî ye, lê çawa?

Ji ber rewşa siyasî û leşkerî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, şêniyên herêmê bêtir baldar û hevkar in. Rêgeza xweparastinê ji xwe re dikin bingeh. Şênî dibêjin ku erka hemûyan e ku xwe biparêzin ji ber ku parastin ne tenê dikeve ser milê şervanan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin erka her kesî ye, lê çawa?
30 mijdar, 2020   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Xweparastin, li hember her hewldanek parçebûna hundirîn an jî mudaxeleyeke derve yan jî êrişekê, rêya tekane ye ku civak xwe bi xwe, xwe biparêze. Di vê demê de û li gel pêvajoya heyî, xweparastin ji her tiştî bêtir girîng e. Di dema niha de xweparastin ji avê û xwarinê jî girîngtir e, nexasim li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gel êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navên cuda ji Cebhet El-Nusra bigire heta bigihêje DAIŞ û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê, êriş û koçberiya bi zorê, asîmîlekirin û hewldanên derxistina şerekî navxweyî li herêmê, girîngiya xweparastinê derdixe holê.

Têkildarî mijarê, şêniyê bi navê Ferhad Bobo yê ji taxa Qidurbeg a Qamişloyê, wiha dibêje: “Divê em li hember tevahiya hewldanên li dijî herêmên me li ber xwe bidin û xweparastinê esas bigirin. Li hember êrişên ku dibe li dijî herêmê pêk werin, bi hêzên leşkerî re kar bikin.”

Bobo wiha domand: “Li gel ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in, nemaze piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, divê şêniyên herêmê bi biçûk û mezinên xwe ve xwe biparêzin û li ser tevahiya astan xwe amade bikin, li ber xwe bidin û berpirsyariyên xwe bînin cih û rewşa heyî paşguh nekin.”

Civak dema teslîm dibe û nikare xwe biparêze, taybetmendiyên xwe yên siyasî û exlaqî winda dike û ji hêla hêzên mêtinger ve tê pişaftin û parçe dibe. Ji bo vegerandina wan erkan, divê civak bi rêya xweparastinê li ber xwe bide.

Jina ciwan a bi navê Kewser Mistefa Emîn a ji şêniyên Qamişloyê, destnîşan kir ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên cuda pêk tên, ne tenê yên leşkerî û wiha pê de çû: “Divê her kes ji parastina çand û warê xwe de dûr nekevin.”

Kewser ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Her çi qas şert û mercên li herêmên me dijwar bin, divê em hemû zimanê zikmakî û çand xwe biparêzin. Nexasim kesên ku çûne derve. Divê ew bi welatê xwe re alîkar bin."

Di mijara xweparastinê de Zîn Elî bi Kewser Mistefa re li hev dike û dibêje: “Ji bo ku tu herêma xwe biparêzî ne şert e tu şervan bî. Parastina çand û civakê ji propagandayan cureyek ji parastinê ye. Divê her yek ji me xwe wek parêzvanê xwe û civaka xwe bibîne.”

Girêdayî heman mijarê Zozan Mihemed got: “Divê her yek li gorî derfetên xwe cihê xwe di parastinê de bigire. Divê em girîngiyê bidin xweparastinê. Divê her kes baldar be û heke tevgerên neasayî û kesên biyanî dîtin, aliyên ewlehiyê agahdar bikin.”

Mihemed Faroş ê ji Qamişloyê jî îşaret pê kir ku parastina herêmê tê wateya hevgirtinê û rêgirtina li pêşiya aliyên derve yên ku dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê gel pêk bînin. Faroş piştrast kir ku divê gelên herêmê pişta xwe bidin xwe û nedin aliyên derve.

Faroş di dawiyê de got: “Hêvî dikim ku Kurd bibin yek da ku êrişên dijminên Kurdan rawestin. Divê aliyên Kurd dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin, ji ber ku êrişa li dijî wan hemûyan e bê cudahî. Divê em bibin yek. Ji ber ku tunebûna yekitiyê, dê nehêle ku em bi zimanê xwe biaxivin.”

Têkildarî piştrastkirina ku yekitî ji girîngtirîn rêbazên xweparastin û parastina herêmê ye, Ferzende Hec Îsa yê ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê got: “Yekitî hêz e û ew pêwîstiyek e. Ji ber ku bi yekitiyê em dikarin li hember her êrişekê li ber xwe bidin û yekitî ewlehiyê li herêmê mîsoger dike.”

(şx)

ANHA