Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne

Şêniyên navçeya Til Birakê bi meşekê diyar kir ku peymana di navbera Bexda û PDK`ê de ya bi çavdêriya dewleta Tirk, hewldana berdewamkirina kiryarên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî gelê êzidî ye.

Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne
Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne
Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne
Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne
Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne
Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne
Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne
Şêniyên Til Birakê: DAIŞ bi dawî nebûye û ew dewleta Tirk û çeteyên wê ne
29 mijdar, 2020   13:05
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina peymana di navbera hikumeta Iraqê û PKD`ê de, bi sedan şêniyên Til Birakê daketin qadan.

Xwepêşandan ji ber Çerxerêya Firinê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve çû. Xwepêşandêran pankartên "Na ji êrişên artêşa Tirk ên li ser Şengalê" û "Na ji komkujiyên nû yên li dijî gelê Şengalê re" rakirin.

Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê û li wir endama meclisa Til Birakê Abdullselam El-Hesanî axivî û got hîn jî faşîzma dewleta Tirk sûcên xwe berdewam dike û dixwaze gelê herêmê koçber bike. Dewleta Tirk dixwaze ewlehî û aramiya hemû herêman têk bibe, ji ber vê yekê bê ser û ber navçeya Eyn Îsayê topbaran dike û di encama wê de sivîl, kal û pîr û jin şehîd dibin.

Abdulselam El-Hesanî destnîşan kir ku di 9’ê Cotmeha derbasbûyî de, hikumeta Bexdayê û hikumeta herêma Kurdistanê ji bo rêvebirina Şengalê, beyî ku li gelê Şengalê vegerin, peymanek îmze kir, lewra ew dibêjin ev peyman vîna gelê Şengalê tune dike û hikumetên Bexdayê û Herêma Kurdistanê dema DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê kir, wan dev ji gelê êzidî berda.

Abdulselam El-Hesanî ev pirs kir:"Wextê DAIŞ`ê jinên êzidî firotin û gelê êzidî yê li Şengalê qetil kirin, hikumeta Bexdayê û hikumeta herêma Kurdistanê li ku bûn?"

Abdulselam El-Hesanî diyar kir ku peyman bi biryara dewleta Tirk pêk hatiye, ji ber ku berî her tiştî xizmeta wê dike û derbeyê li vîna gelê êzidî dixwe.

Abdulselam El-Hesanî bi navê şêniyên navçeya Til Birakê bang li raya giştî kir û got îro ew bang li raya giştî ya Koalîsyona Navneteweyî û tevahiya dewletên cîhanê yên ku di pêvajoya salên derbasbûyî de li hemberî terorê şer kirin, dikin û vê yekê dibêjin: "DAIŞ bi dawî nebûye, hîn jî heye û di kesayeta dewleta Tirk û çeteyên wê de diyar dibin. Ev peyman hewldana derbekirina vîna gelê êzidî yê li Şengalê û berdewamkirina xwesteka DAIŞ`ê ya li Şengalê ye."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nvd3KIbChWA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>