Şaredariyên Girkê Legê û Şedadê xebatên xwe didomînin

Şaredariya Gel a Girkê Legê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn. Rêyên gelek gundan zift kirin û rogar li navçeyê çêkirin. Li aliyekî din Şaredariya Gel a Şedadê projeya dirêjkirina torên kanalîzasyonê li taxa başûr berdewam dike.

Şaredariyên Girkê Legê û Şedadê xebatên xwe didomînin
Şaredariyên Girkê Legê û Şedadê xebatên xwe didomînin
Şaredariyên Girkê Legê û Şedadê xebatên xwe didomînin
Şaredariyên Girkê Legê û Şedadê xebatên xwe didomînin
29 mijdar, 2020   13:03
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Girkê Legê ya li kantona Qamişloyê gelek projeyên ziftkirina rêyan, avakirina rogaran, torên avê û restorekirina gelek pirên li navçeyê û bajarokên girêdayî wê temam kirin.

Şaredariya rêyên gundên Sirmsaxa Jêrîn bi dirêjahiya 3 km û rêya gundê Sirmsaxa Jorîn bi dirêjahiya 2 km zift kirin.  Her wiha rêya gundê Til Cemal bi dirêjahiya 1 km zift kir û rêya gundê Dogirka bi dirêjahiya 1 km sererast kir.

Şaredariyê li gundê Mistefawiyê torên avê yên bi dirêjahiya hezar û 500 metreyan dirêj dike û li Çerxerêya Aliyan û Taxa Şehîd Kawa torên kanalîzasyonê restore dike.

ŞAREDARIYA GEL A ŞEDADÊ PROJEYÊN TORÊN KANALÎZASYONÊ DIDOMÎNE

Piştî ku şaredariyê destpêkirina projeya dirêjkirina torên kanalîzasyonê bi dirêjahiya 2 km li taxên cuda yên Şedadê ragihand, şaredariyê li taxa Başûr beşek ji projeyê bi dirêjahiya hezar û 400 metreyan bi dawî kir.

Şaredariyê vê sibehê li taxa Başûr 600 metre torên kanalîzasyonê dirêj kir. Bi vê yekê xebatên dirêjkirina torên kanalîzasyonê ya li taxê bi dawî kirin.

Li gorî berpirsên projeyê, piştî bidawîkirina xebatên li taxa Başûr, şaredariyê dê di çend rojên bê de li taxên din ên navçeyê projeyên dirêjkirina torên kanalîzasyonê bide destpêkirin.

Şaredariya Gel a Şedadê li ser giliyên şêniyên wan taxan ku di encama torên xirabûyî de bêhna nexweş û golên genî di nava taxan de belav dibû,  dest bi van projeyan kir.

(şx)

ANHA