​​​​​​​Şandeyek Kongeya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana çiyayên Kurdistanê kir

Şandeya Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê (KNK) serdana, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û KODAR’ê kir. Di hevdîtinê de mijarên yekitiya neteweyî, pêşîlêgirtina destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd û rêgirtina li pêşiya nakokiyên heyî li Başûrê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Şandeyek Kongeya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana çiyayên Kurdistanê kir
​​​​​​​Şandeyek Kongeya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana çiyayên Kurdistanê kir
​​​​​​​Şandeyek Kongeya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana çiyayên Kurdistanê kir
​​​​​​​Şandeyek Kongeya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana çiyayên Kurdistanê kir
​​​​​​​Şandeyek Kongeya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana çiyayên Kurdistanê kir
​​​​​​​Şandeyek Kongeya Nîştimanî ya Kurdistanê serdana çiyayên Kurdistanê kir
29 mijdar, 2020   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) duh li qadên azad li gel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) civiya.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus û endamên KNK’ê, Asya Abdulalh, Dr. Şêrko Heme Emîn, Zeyneb û Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Gulan Fehîm û endamên Meclîda Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Nujîn Bêrîtan, Amed Şaho û Endamê Komîtieya Dîplomasiya PJAK’ê Rohat Şahin amade bûn.

KODAR û PJAK’ê piştgiriya hewldanên KNK’ê yên ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî û nehiştina nakokiyên niha yên li Başûrê Kurdistanê kir. Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm got;”Pêwîste gelê Kurd bi yekrêzî li dijî dijmin û êrişan cur bi cur têkoşînê bikin. Dijminên gelê Kurd di nava hewldanan de ne ku rê li pêşiy gihîştina nasname, statû û armancên demokratîk bigire. Li Bakurê Kurdistanê pêngava berfireh a girtina çalakvanên siyasî û sivîl heye, dagirkirin û êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û ji aliyê dagirkeran ve dorpêçkirina Rojevayê Kurdistanê û ew têkoşîn û şahadetên li Rojhilatê Kurdistanê rû dane, encamên vê rastiyê ne.”

Gulan Fehîm bal kişand li ser yekîtiya neteweyî û wiha domand;”Bûyerên niha yên li Kurdistanê yekîtiyayî ferz dike. Divê ji bo çarenivîsa gelê Kurd ji bo yekîtî û yekgirêziya neteweyî gavên mezin werin avêtin. Berpirsyartiya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî bigihîn encamê. Di vê navberê de rola KNK’ê ya ji bo rewşa dîrokî ya ji bo yekîtiya neteweyî bandoriya çarenivîssaz dibînin. Ji derveyî vê jî em weke tevgerek Apoyî ji bo erka xwe pêk bînin amadene.”

Hevseroka KODAR’ê Gulanê têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê jî got;”Ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî yê di navbera Kurdan de amadane erk û berpirsyartiya xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî pêk bînin. Divê ji niha û şûnde welatiyên Kurd yek bi yek rola xwe ya ji bo çarenivîsa gelê Kurd bilîzin.”

Di hevdîtinê de şandeya KNK’ê pêşwaziya tevgera Apoyî ya Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo yekîtiya neteweyî û kêmkirina aloziya heyî girîng dît û li ser mijarê Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus got;”Mijarên vê hevdîtinê gelek girîng bû. Ji ber ku peywendî bi dahatû û çarenivîsa gelê Kurd ve heye. Dijminên gelê Kurd di vê qonaxê de li pêşiya dermanê xwe dibin asteng û ji bo veşartina krîzên xwe dixwazin dubendî û aloziyan di nava Kurdan de çêbikin.”

Qeremus bal kişand li ser aloziya li Başûrê Kurdistanê heye û got;”Aloziya ku niha ye destkeft û berjewendiyên gelê Kurd dixe metirsiyê de. Di îhtimana her şerekê de wê bibe sedema ji destdana destkeftiyên gelê Kurd. Diyalog û guftûgoya di navbera aliyan de çareseriye. Li Başûrê Kurdistanê gelê me di vê qonaxê de aloziyê qebûl nake. Li hember nerazîbûn nîşan daye. Ji ber ku hêviya Kurdan bi vê yekê heye ku aloziya niha bi dawî were. Em hêvîdarin di hevdîtinên me yên li gel hizbê Kurdistanî de bersivek pozîtîv û baş ji bo pêşîlêgirtina şerê navxweyî bigirîn.”

Çavkanî; Rojnews