​​​​​​​Li Qendîlê peykerê şehîd Diyar Xerîb hate danîn

Li Binarê Qendîlê bi merasîmekê peykerê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê şehîd Diyar Xerîb hate danîn.

​​​​​​​Li Qendîlê peykerê şehîd Diyar Xerîb hate danîn
29 mijdar, 2020   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) tevî hevrêyên xwe Devran û Şahîn di 5’ê Tîrmeha 2019’an de ji ber êrişa hewayî artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû.

Îro li Binarê Qendîlê merasîmek ji bo bîranîna Diyar Xerîb pêk hat. Di merasîma li gundê Înzê yê Binarê Qendîlê de perde li ser peykerê Diyar Xerîb hate rakirin. Perdeya li ser peyker ji aliyê dayika Diyar Xerîb Sediye Nazim ve hate hilanîn.

Bi navê malbata Diyar Xerîb birayê wî Rizgar Xerîb axivî û spasiya beşdaran kir. Rizgar Xerîb sala 43’yan a têkoşînê ya PKK’ê li her kesî pîroz kir û bang kir ku têkoşîna şehîd Diyar Xerîb û hevrêyên wî bêhtir bê xurtkirin.

Serokê rêxistina Darko Elî Qadir li merasîmê axivî û diyar kir ku Diyar Xerîb bi têkoşîna xwe bû semboleke neteweyî û bi hezaran şagirtên Apoyî li pey xwe hiştin.

Her wiha hevşaredarê Binarê Qendîlê Mehmed Hesen jî destnîşan kir ku Qendîl bi têkoşîna şehîd Diyar Xerîb serbilind e.