Siyasetmedar û nivîskarên danîmarkî bang li lîderên Kurdan kir: Bi berpirsyarî tev bigerin

Wezîrê karên derve yê Danîmarkayê  û gelek kesayetên ji Danîmarkayê, ji ber aloziya li Başûrê Kurdistanê bang li lîderên Kurdan kir ku bi berpirsyarî tev bigerin.

Siyasetmedar û nivîskarên danîmarkî bang li lîderên Kurdan kir: Bi berpirsyarî tev bigerin
29 mijdar, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesayetên danîmarkî bangek ji bo rêveberiyên PDK û KCK'ê nivîsîn û destnîşan kirin ku şerekî gengaz ê nava Kurdan wê xizmetê ji dijminê Kurdan re bike. Di bangawaziyê de hate ragihandin, şerekî wiha wê zerarê bide karên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd.

Li gorî nûçeya ANF’ê di bangewaziyê de wiha hate gotin: "Em; dostên Kurdan ên li Danîmarkayê, şerê ku niha li Başûrê Kurdistanê dewam dike bi fikareke mezin dişopînin. Bi navê kesên ku li jêrê mohra xwe hene, em bi rêya vê nameyê bang li lîderên Kurdan dikin ku bi rêya diyalogê çareseriyê peyda bikin, bi vê berpirsyariyê rabin û ji bo berjewendiyên Kurdan hevkariyê bikin, li dijî hev şer nekin."

Kesayetên navborî destnîşan kirin, ku eger şerek di nava Kurdan de biqewime wê zehmetiyê bikişînin ku ji gel û raya giştî ya Danîmarkayê re îzah bike bê çima li şûna yekîtiyê, Kurd bi hev re şer dikin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku Erdogan ji bo pêşî li yekîtî, serxwebûn û xweseriya Kurdan a li herêmê bigire, ji bo afirandina nakokî û şerekî nava Kurdan her firsendê bi kar tîne.

Di dawiya nameya bangawaziyê de wiha hate gotin: "Em; dostên we yên li Danîmarkayê girîng dibînin ku destnîşan bikin, Kurdistaneke ku hevkariyê bi hev re dike, wê xizmetê ji paşeroja gelê Kurd û Kurdistanê re bike."

Kesayetên ku mohra xwe danîne binê nameyê:

Eva Flyvholm, Parlamentera Tifaqa Sor-Kesk a Parlamenta Danîmarkayê

Villy Søvndal, Wezîrê Karên Derve yê Berê, Parlamenterê Berê yê Partiya Gel a Sosyalîst

Uffe Elbæk, Endamê Parlenta Danîmarkayê, Parlamenterê Partiya Kesk a Serbixwe

Rasmus Nordqvist, Parlamenterê Partiya Gel a Sosyalîst a Parlamenta Danîmarkayê

Jonas Eika, Nivîskarê Danîmarkî, Xwediyê Xelata Wêjeyê ya Konseya Skandinavyayê ya 2019'an

Line Barfoed: Parlamentera Berê ya Partiya Tifaqa Sor-Kesk a Parlamenta Danîmarkayê

Villo Sigurdsson, Şaredarê Berê yê Kopenhagenê yê ji Partiya Gel a Sosyalîst

Pernille Frahm, Parlamentera Berê ya Partiya Gel a Sosyalîst a Parlamenta Ewropayê

Jesper Brandt, MSc, Profesorê Emeritus, Zanistî û Hawidorê yê Zanîngeha Roskilde

Christian Juhl, Parlamenterê Tifaqa Sor-Kesk a Parlamenta Danîmarkayê