Dewleta Tirk li Efrînê sivîlek kuşt û organên wî dizîn

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyekî ji gundê Kurzêlê kuştiye û organên laşê wî dizîne. Her wiha 4 sivîl ji navçeya Cindirêsê revandine.

Dewleta Tirk li Efrînê sivîlek kuşt û organên wî dizîn
29 mijdar, 2020   10:43
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Tîmên tenduirstiyê yên ku di nexweşxaneyên dagirkeriyê de li Efrînê kar dikin, şêniyê bi navê Mehmûd Îbo yê ji gundê Kurzêlê yê kantona Efrînê kuşt.

Li gorî çavkaniyan, Mihemed Mehmûd Îbo (57) bi sermayê ketibû lê tîmên tenduristiyê yên dagirkeriyê îdia kir ku Îbo bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketiye û ew birin nexweşxaneya leşkerî.

Malbat piştî rojekê ji bo ku rewşa Îbo nas bike, serdana nexweşxaneyê kir. Lê çeteyan got Îbo miriye û cenaze radestî wan nekir.

Çavkaniyan piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneya leşkerî ya berê li Efrînê, kiriye cihê qetilkirina sivîlan. Bi zanabûn derziyeke jehrê dide nexweşan û organên (endam) wan didizin û piştre difiroşin.

Li navçeya Cindirêsê jî, çeteyên bi navên "Polîsên Sivîl” ên çeteyên Semerqend di 27`ê Mijdarê de 4 sivîl ji navçeyê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Çeteyan ji bo serbestberdana sivîlan fîdye xwest.

Navên şêniyên revandî wiha ne: Ekrem Nebo (40), Zaîm Mihemed Mihemed (40), Xelîl Henan Xilo û Hisên Silêman Mewas yên ji gundê Kefersefrê.

Çeteyan bermaberî serbestberdana her sivîlekî 800 hezar lîreyên Sûriyê fîdye xwest.

(şx)

ANHA