Li Iraqê xwepêşandan didomin

Duh bi şev ji ber şerê di navbera xwepêşandêran û alîgirên Şepêla Sedrî, konên xwepêşandêran ên protostoyê hatin şewitandin û vê sibê bi sedan xwepêşandêrên iraqî vegeriyan qada Hebubî ya li Zîqar û konên xwe ji nû ve vegirtin.

Li Iraqê xwepêşandan didomin
28 mijdar, 2020   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Sumeriyê News ragihand ku vê sibê xwepêşandêrên parêzgeha Zîqar vegeriyan qada Hebubî.

Li aliyekî din parêzgerê Zîqar, Nazim El-Wailî got ku rewşa ewlehiyê ya li parêzgehê aram e û qedexeya derketina derve ji bo rewşeke awarte hatiye ragihandin.

(eh)