Malbatên gerîla: Têkoşîna PKK'ê vejînek nû ji bo kurdistaniyan ne

Malbatên gerîlayên PKK`ê piştrast kirin ku rêya partiyê rêya nûkirin ye û tekoşîna wê tekoşînek rûmet û mirovahiyê ye û vejînek nû ya kurdistaniyan ne.

Malbatên gerîla: Têkoşîna PKK'ê vejînek nû ji bo kurdistaniyan ne
28 mijdar, 2020   11:42
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ-KADAR IBRAHÎM

Di her malek Kurdistanê de çîrokek têkoşîn û berxwedaniyê heye, hin ji wan zarokên xwe wekî fedakarî ji bo axa Kurdistanê dan û hin ji wan jî ser soza têkoşîn û berxwedana bi tevgera azadiyê re bi israr in.

Yek ji wan mala Mehmûd Sebrî yê 50 salî ji şeniyên bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê ye. Mehmûd bavê têkoşera di nava gerîla de Rojbîn Lawend Qamişlo(Zîlan Sebrî) ye.

Di destpêka axaftina xwe de Mehmûd Sebrî salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê li malbatên şehîdan, gerîlayan li ser çiyan, rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir

'PKK`Ê JI TUNEBÛNÊ HEBÛN ÇÊKIR'

Mehmûd Sebrî got:"Min li Akademiya Mehsûm Qormaz di 15'ê Tebaxê de berî 33'an li Lubnanê nas kir. Li wir min perwerde der barê fikirên rêber Abdullah Ocalan û girîngî û armancên Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê û û têkoşîna wê dît."

Sebrî destnîşan kir ku beriya derketina PKK'ê Kurd ji hêla desthildarên zordaran re ve hatibûn çewisandin û nasnemaya xwe dûrketibûn û wiha domand: "Lê bi derketina PKK`ê ya bi mirovahî, exlaqî, felsef, rêxistinî û îradebûnê tê naskirin, ji bo kurdan bû vejîneke nû ji ber vê yekê jî em bi tevgera azadiyê ve hatin girêdan."

Sebrî anî ziman ku keça wî ji ber ku bi hevalê wî Lewend bandor bû, tevlî nava têkoşîna PKK`ê bû. Lewend di hemû qadan de tevî ku lingekî wî tenê hebû, têkoşîn dikir.

ꞌKEÇA XWE DIYARÎ KURDISTANÊ KIRꞌ

Sebrî wiha axaftina xwe dewam kir:"Min keça xwe Zîlan amade kir û di 2020`an de diyarî Kurdistanê kir, ji ber xaka Kurdistanê û gelê wê hêjayî ku yek canê xwe jî ji bo wê feda bike. Ez ne boşaman im, têkoşîna PKK`ê, têkoşîna parastina şerf û rastiyê ye û ez bi vê yekê serbilind im, tu cudatî di navbera wê û yeka din de tune ye, keça min xwedî soz e û dê soza xwe bi cih bîne."

Sebrî da zanîn ku ew ê heta dawiya temenê xwe şopdarên felsefeya rêber Abdullah Ocalan bin, li ber xwe bidin û tê bikoşin, ji ber PKK`ê gel e û gel jî PKK`ê ye.

Li aliyekî din dayîka bi navê Behiya Sebrî (40) bal kişand ser naskirina xwe ji partiya Karkerên Kurdistanê re û wiha pê de çû:"Di sala 1992`an de min tevgera Azadiyê nas kir, anku dema birayê min Berzan Sebrî (Rûbar Cizîrê) name dişand, birya min hîn 20 salî bû tev li nava refên gerîlayan bû, me jî name jê re dişand, me bi vî şeklî dewam kir heta 2003`yan ku agahiya şehadeta birayê min hate ragihandin."

Behiya Sebrî destnîşan kir ku piştî şehadeta biryarê xwe ew hîn zêdetir bi partiyê ve hatin girêdan, ji ber hebûn, jiyana gerîlayan ji nêz ve nas kirin.

Behiya Sebrî da zanîn ku naskirina firkir û felsefeya rêbertî hişt ku her du keçên wê Zîlan û Rêvan tev li nava refên gerîlayan bibin, Zîlan Hesen (Can Welat) di 2011`an de tevlêbû û di şerê Şengalê de 26-1-2016`an de gihaşt asta şehadetê, her wiha keça wê Rêvan jî piştî şehadeta xwişka xwe tev li bû û hîn jî di nava refên gerîlayan de ye.

ꞌPKK`Ê PARTIYA GELÊ AZADÎXWAZ Eꞌ

Xerma Elî dayîka gerîlaya HPG`ê ye û navê keça wê Hêvîdar Tirbespiyê ye. Hêvîdar di sala 2013`an de tev li nava PKK`ê bû. Xerma Elî da zanîn ku PKK`ê ji bo parastina gelê Kurd ji êrişên artêşa Tirk û rejîmên Kurdistan kirin 4 parçe bike hate avakirin.

Xerma Elî da zanîn ku keça wê Hêvîdar bê dudilî tev li nava refên gerîlayan bû, ji ber baweriya xwe bi firkirê rêbertî dianî.

Xerma Elî bi lêv kir ku ew bi tevlêbûna keça xwe serbilind e, ji ber PKK`ê partiya gelê azadîxwaz e û ew ê heta hetaya piştgiriya vê partiyê bikin.

Sîham Yûsif dayîka gerîlaya bi navê Vînda ye axivî û got ku keça wê di sala 2017`an tev li nava refên gerîlayan bûbû û wiha gotina xwe dewam kir: "Partiya Karkerên Kurdistanê li hemberî dijminê gelê Kurd ê li her 4 parçeyên Kurdistanê şer kir û dîrok nivîsand."

Sîham di dawiya gotina xwe de îşaret pê kir ku pîvanên PKK`ê û firkirê rêber Abdullah Ocalan di nava gelê Kurd û tevahiya gelê Rojhilatê Navîn de belav bûye, ji ber parastina gelê Kurd kir.

(dm-eh)

ANHA