Aqîle Salih bi Sergey Lavrov re civiya

Berdevkê Parlamantoya Lîbyayê Abdullah Belhîq da zanîn ku li Moskovê serokê parlamantoyê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya û behsa geşedanên li herêmê û li Lîbyayê û rêbazên çareseriyê kir.

Aqîle Salih bi Sergey Lavrov re civiya
25 mijdar, 2020   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku Aqîle Salih û Lavrov di civînê de behsa rola civaka navneteweyî û Rûsyayê di bidawîkirina aloziya li Lîbyayê de kir.

Sergey Lavrov di hevdîtina li gel Aqîle Salih de got ew di rewşeke wiha de li hev civiyane ku aramî heye, gavên baş li Lîbyayê têne avêtin û agirbestê demeke dirêj dewam kir.

Hêjayî gotinê ye ku Aqîle Salih li ser vexwendina hikumeta Rûsyayê, çû Moskovê.

Her wiha serokê parlamantoya Misirê Dr. Elî Abdulal şêwirmend Aqîle Salih û endamên parlamentoya Lîbyayê vexwendin Misirê.

 (eh)