Weqfeya Jîn a Jinan têkildarî 25`ê Mijdarê daxuyaniyek da

Weqfeya Jîn a Jinan diyar kir ku bilindkirina asta tundiya li ser jinan û li ser tevahiya qadan, nîşana metirsiya pergala baviksalar a ji nasnameya jinan e, ji ber vê divê jin xebata xwe xurttir bikin.

Weqfeya Jîn a Jinan têkildarî 25`ê Mijdarê daxuyaniyek da
25 mijdar, 2020   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 25`ê Mijdarê anku Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ye û bi vê boneyê Weqfeya Jîn a Jinan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev yek hate destnîşankirin: "Îsal em di rewşeke wiha de pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin ku asta tundiya sîstematîk a li dijî jinan û li dijî tevahiya qadan xurttir e. Heke bilindbûna asta tundiyê nîşaneya tiştekî bide, jixwe ew isbata metirsiya hişmendiya baviksalar a faşîst û nîjadperest a ji nasnameya jinên azad dike."

Di berdewamê de wiha hate gotin: "Di demekê de ku diyardeya tundiya li ser jinan digihêje asta qirkirina jinan di hemû aliyan de, li hemberî vê rastiyek heye ku ew jî hişmendiya mêran a desthilatdar û nîjadperest e. Divê em hîn zêdetir girîngiyê bidin xebata hevbeş, hevkariya jinan a ku netewe û sînoran derbas dike, nexasim ku li herêmên me li hemberî jinan şerek tê meşandin û ji ber vî şerê koçberî, talanî, betalî, xizanî, destdirêjî, qetilkirin, revandina jinan ku jinên tevahiya beşên civakê û çînan dike armanc."

Di dawiya daxuyaniyê de Weqfeya Jîn a Jinan bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, soza xurtkirina kar û xebata hevbeş, çalakiyên hevbeş ên di navbera tevahiya rêxistin, kesayetên azadîxwaz û tevgeran de da.

(eh)

ANHA