​​​​​​​Dagirker gundekî Girê Spî û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Kopirlik ê gundewarê rojavayê kantona Girê Spî û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê, topbaran dike. Hêzên hikumeta Şamê balafireke keşfê ku li asîmanî herêmê digeriya, xistin.

​​​​​​​Dagirker gundekî Girê Spî û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran dikin
24 mijdar, 2020   08:06
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kopirlik ê gundewarê rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî, topbaran dike.

Nûçegihanê me da zanîn ku topbaran li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê jî pêk tê.

Her wiha diyar kir hêzên hikumeta Şamê, balafireke keşfê ku li asîmanî herêmê digeriya xistin xwarê.

(cx)

ANHA