Ji komîteya tenduristiyê ya Hesekê: Divê şênî li gorî qedexeya derketinê tevbigerin

Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê da zanîn ku wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re koordîna kir ku li dijî kesên biryara qedexeyê tevnegerin, cezayan pêk bîne. Ew biryar dê di çend rojên pêş de pêk were.

Ji komîteya tenduristiyê ya Hesekê: Divê şênî li gorî qedexeya derketinê tevbigerin
Ji komîteya tenduristiyê ya Hesekê: Divê şênî li gorî qedexeya derketinê tevbigerin
Ji komîteya tenduristiyê ya Hesekê: Divê şênî li gorî qedexeya derketinê tevbigerin
Ji komîteya tenduristiyê ya Hesekê: Divê şênî li gorî qedexeya derketinê tevbigerin
Ji komîteya tenduristiyê ya Hesekê: Divê şênî li gorî qedexeya derketinê tevbigerin
Ji komîteya tenduristiyê ya Hesekê: Divê şênî li gorî qedexeya derketinê tevbigerin
Ji komîteya tenduristiyê ya Hesekê: Divê şênî li gorî qedexeya derketinê tevbigerin
24 mijdar, 2020   07:57
HESEKÊ-HINAR ÎBRAHÎM

Ji ber vîrusa Koronayê li seranserî cîhanê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, jê jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha tevî tedbîrên Rêveberiya Xweser li herêmên xwe jî, vîrusa Koronayê pir berbelav bûye.

Li gorî bîlançoya dawîn a Desteya Tenduristî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihaşt 6 hezar û 691, jê 183 mirin û 980 baş bûn.

Ji bo pêşîlêgirtina vîrusê û di çarçoveya pêngaveke tedbîrên qedexeya berbelavbûna zêde, Rêveberiya Xweser qedexeya giştî li ser herêmên Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqa ji 26’ê Mijdarê bi dema 10 rojan ragihand, lê beriya wê jî bi dema 14 rojan qedexeya giştî li ser Dêrikê hatibû ragihandin.

Dê bi wê demê re, tevahî dibistan, zanîngeh, baxçeyên zarokan, dikanên bazirganiyê werin girtin, her wiha tevgera çûn û hatina basan, ketin û derketina li bajêr jî were rawestandin.

Dê tevahî sazî û daîreyên fermî jî werin girtin, da ku avahiyên rêveberî û dibistan werin dezenfektekirin.

Der barê tedbîrên parastin û xweparastina ji vîrusa Koronayê ya ku komîteya Tenduristî ya Hesekê bigire de, endama Rêveber a Komîteya Tenduristî ya kantona Hesekê Fatme Murad wiha got: "Dê komîte di dema qedexeya giştî de, li ser dezenfektekirina tevahî sazî û daîreyên rêveberî û dibistanan bixebite û ji wê zêdetir jî paqijkirin û dezenfektekirina tevahî kolanên li bajarê pêk were."

Fatme Murad da zanîn ku hejmara kadroyên tenduristî li nexweşxane û navendan dê weke xwe bimîne. Ji ber biryar li ser wan ne derbasdar e û wiha pê de çû: "Ji bo garantiya pêşkêşkirina tenduristiyekê ji tevahî şêniyan re, dê bijîşk û hemşîr mask û lepikan bi kar bîne, her wiha jî dê bernameya nobedarî ya dermanxaneyên li bajêr çêbe."

Fatme Murad da zanîn hin nuqteyên tenduristî li pêş têketina nexweşxane û navendên tenduristiyê hene, da ku nexweş û şêniyên derbas bin, keşf bikin û dê serdana nexweşan a zêde di rojên qedexeyê de tune bin.

Fatme Murad diyar kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê re hevkarî hat çêkirin, da ku tedbîrên pêşîlêgirtina vîrusê tund bikin, kombûn û serdanan di rojên qedexeyê de rakin û kesên li gorî biryarê tevnagerin, ceza bikin.

Fatme Murad li dawiyê bang li şêniyan kir ku li gorî biryarê tevbigerin, mask û lepikan di dema derketinê de li xwe bikin. Ji ber hejmareke zêde ya şêniyan bi vîrusa Koronayê ketine.

(fr)

ANHA