Netanyahu bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kir

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu roja yekşemê bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kir.

Netanyahu bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kir
23 mijdar, 2020   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu roja yekşemê bi awayekî veşartî serdana Erebistana Siûdî kiriye.

Kanalê ku agahiyên xwe spartin edîtorê rojnameya îsraîlî Haaretzê Avi Scharf, wiha diyar kir: "Çavdêr û nûçegihanan firîna balafireke taybet di navbera Til Avîv û bajarê Niyumî yê Erebistana Siûdî de li berava Deryaya Sor şopand."

Wezîrê karên derve yê DYA'yê Mike Pompeo li bajarê Niyumî yê Erebistana Siûdî civînek bi qralê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman re pêk anîbû.

 (dm)