‘Ji bo ku em bibin baskên xwişkên Mîrabel, em dengê xwe bilind dikin’

Rêxistina jinan 'Yenî Kadin' bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da û bal kişand ser mezinbûna berxwedana jinan.

‘Ji bo ku em bibin baskên xwişkên Mîrabel, em dengê xwe bilind dikin’
23 mijdar, 2020   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina jinan a Yenî Kadin bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tundiya li ser jinan zêde dibe, lê têkoşîna jinan jî mezin dibe û wiha hate gotin: "Raperîna jinan a bi gotina 'ni una menos' sînor û parzemîn derbas kirin. Jin têkoşînê û destên xwe digihînin hev û dîrokê dinivîsînin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi qetilkirina jinan hate kirin û wiha hate gotin: "Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2020'an de li Almanyayê tenê heta meha Tebaxê 125 jin, li Belçîkayê 14 jin, li Fransayê heta meha Îlonê 68 jin, li Awisturyayê 18 jin ji aliyê hevser, hevserê xwe yê berê yan jî partnerê xwe ve hatin kuştin. Em dizanin ku ev dane tenê yên li pêş çavan in.”

Her wiha hate bibîrxistin ku jin bi gotina 'Peymana Stenbolê jiyanê diparêze' dadikevin qadan û wiha hate gotin: "Ji bo ku bibin baskê nxwişkên Mîrabel, ji bo maf û jiyana xwe, ji bo hejandina cîhanê em dengê xwe bilind dikin."