Jinan li Dihokê bi çalakiyekê piştgirî dan Solîn Êvê

Bi dehan çalakvan û endamên rêxitinên jinan li pêşiya dadgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê kom bûn û biryara binçavkirina çalakvana bi navê Solîn Êvê ya heta 6 mehan şermezar kirin.

Jinan li Dihokê bi çalakiyekê piştgirî dan Solîn Êvê
22 mijdar, 2020   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Solîn Êvê çalakvaneke ji Dihokê ye. Li gorî agahiyên wê bi xwe dane, di sala 2018’an de dema ku li rêxistineke li Dihokê ji bo kar hevdîtin dikir, karmendekî hewl daye destdirêjiya zayendî lê bike.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Solîn û kesê ku destdirêjî kiriye gilî pêşkêşî dadgeha Dihokê kirin. Dadgehê biryar da ku Solînê heta 6 mehan binçav bike û kesê ku destdirêjî kiriye jî berat kir.

Li Dihokê hejmarek çalakvan û endamên rêxistinên jinan îro li ber Dadgeha Dihokê bi dirûşmeyên ’Tu jî li gel me li dijî destdirêjiya zayendî raweste’, ‘Divê jin li cihên kar ji heqaret û destdirêjiya zayendî werin parastin’ û ‘Na ji veşartina destdirêjiyên zayendî û heqareta zayendî re’, çalakiyek li dar xistin.

Di 19’ê Mijdarê de 56 rojnameger û rewşenbîran daxuyaniyek dabûn û ji hemû rêxistinên parastina mafên jinan, hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Lijneya Jinan xwestin ku li ser vê mijarê bibin xwedî helwest û bêdeng nemînin.

(eh)