Şêniyên Reqayê şehîdekî Lîwa Şemal a Demokratîk oxir kir

Îro şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ebdulrehman Dîbo ê şervanê Lîwa Şemal a Demokratîk bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê yç li bakurê Reqayê oxir kir.

Şêniyên Reqayê şehîdekî Lîwa Şemal a Demokratîk oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîdekî Lîwa Şemal a Demokratîk oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîdekî Lîwa Şemal a Demokratîk oxir kir
22 mijdar, 2020   14:01
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê li Goristana Şehîdan kom bûn da ku cenazeyê şehîd Ebdulrehman Dîbo (Beled) şervanê Lîwa Şemal a Demokratîk ku di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de cih digire, oxir kir.

Fermandarên QSD û Lîwa Şemal a Demokratîk, rûspiyên êlên Reqayê û endamên saziyên sivîl û şêniyên Reqayê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê serokê şaxê Idlibê Tirkî Dedûî û bi navê Lîwa Şemal a Demokratîk fermandar Arêf Asfer axivîn.

Axaftvanan rola şervanên QSD`ê ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişan, silav kir. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên gel dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Hîbe El-Ebdullah wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê girseya gel cenazeyê şehîd veşart.

(şx)

ANHA