Li Reqayê Roja Zarokan a Cîhanê hate pîrozkirin

Îro li Reqayê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek li dika Navenda Çand û Hunerê li dar ket.

Li Reqayê Roja Zarokan a Cîhanê hate pîrozkirin
22 mijdar, 2020   13:49
REQA

Meclisên gel ên Reqayê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi koordîneya Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê îro bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek li dika Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar xist.

Bi dehan zarok û malbatên wan û nûnerên saziyên sivîl tev li şahiyê bûn.

Di destpêka şahiyê de nûnerê Meclisa Giştî ya Meclisên Gel a Reqayê Luey El-Îsa û hunermend Serdar Şerfî axivîn. Her duyan di axaftinên xwe de girîngî da erka mirovî ya li hemberî zarokan û mafên wan ên ku ji ber şerê li Sûriyê winda kirine. Nexasim zarokên li Reqayê yên ku di dirêjahiya 4 salan de gelek azar ji çeteyên DAIŞ`ê kişandin.

Di şahiyê de tîmên hunerî yên zarokan, govend û stranên zarokan ên çandên erebî û kurdî pêşkêş kirin. Her wiha Koma Renîn a Zarokan berhemên xwe nîşan dan. Piştre diyarî li zarokên beşdar hatin belavkirin.

(şx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/THJjC4Ce228" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>