Dagirker careke din navçeya Eyn Îsayê û derdorê wê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de derdorê navçeya Eyn Îsayê, gundê Mielêk û kampa Eyn Îsayê, bi çekên giran topbaran dike.

Dagirker careke din navçeya Eyn Îsayê û derdorê wê topbaran dikin
22 mijdar, 2020   13:20
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker careke din navçeya Eyn Îsayê û derdorê wê topbaran dike

Di van kêliyan de derdorê navçeya Eyn Îsayê, gundê Mielêk ê li gundewarê bakur rojhilatê navçeyê û kampa Eyn Îsayê, bi çekên giran tên topbarankirin.

Topbarana li herêmê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker beriya îro piştî nîvro navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kiribû û di encamê de zarokekî 3 salî û 2 sivîlên din birîndar bûbûn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1gEgX3BTjc4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>