SOHR: Di êrişên asîmanî de li Bokemalê 14 alîgirên Îranê hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku di êrişên asîmanî yên li gundewarên Bokemalê de ku tê payîn Îsraîlê pêk anîne, 14 alîgirên Îranê hatin kuştin.

SOHR: Di êrişên asîmanî de li Bokemalê 14 alîgirên Îranê hatin kuştin
22 mijdar, 2020   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku duh balafirên ku tê payîn ên Îsraîlê ne, nuqteyên hêzên alîgirên Îranê yên li gundewarên Bokemalê bombebaran kirin û di encamê de 14 alîgirên Îranê hatine kuştin.

SOHR'ê piştrast kir ku dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku rewşa hin birîndar giran e, her wiha agahiyên li ser kuştiyên din hene.

Li gorî SOHR'ê, baregehên nû yên alîgirên Îranê li wê herêmê hatine bombebarankirin û di encamê de 2 navend û wesayitên leşkerî hatine rûxandin.

Hate destnîşankirin ku balafireke leşkerî duh zêdetirî 10 êrişên asîmanî li dijî baregehên li gundewarên bajarê Bokemal ê rojhilatê Dêrazorê pêk anîne.

(dm)