​​​​​​​Di topbarana dagirkeran a li ser Eyn Îsayê de zarokek û 2 sivîl birîndar bûn

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî navçeya Eyn Îsayê de zarokê bi navê Mehmûd Zêd El-Zêdan birîndar bû. Her wiha di encama topbaranê de 2 sivîlên din jî birîndar bûne.

​​​​​​​Di topbarana dagirkeran a li ser Eyn Îsayê de zarokek û 2 sivîl birîndar bûn
22 mijdar, 2020   12:48
EYN ÎSA

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Eyn Îsayê de, zarokê bi navê Mehmûd Zêd El-Zêdan (3) birînda

Bi vê yekê hejmara sivîlên ku di topbarana dagirkeran de birîndar bûne, bû 3.

Navên kesên birîndar bûne wiha ne; Mihî El-Dîn Hacî (35), Menhel Ehmed El-Ibêd (22) û Mehmûd Zêd El-Zêdan (3).

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Eyn Îsayê.

Artêşa Tirk a dagirker navçeya Eyn Îsayê topbaran dike û jiyana sivîlan dixe xetereyê. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 16`ê Cotmehê de navçeya Eyn Îsayê topbaran kiribû û di encamê de zarokê bi nave Hatim Zêdan (13) şehîd bûbû.

Topbarana li dijî navçeyê hemwextî hebûna hêzên Rûsyayê li herêmê pêk tê ku aliyekî garantor ê agirbesta li herêmê ye. Dewleta Tirk a dagirker herêmên sivîlan topbaran dike û agirbestê binpê dike.

(cx)

ANHA