Li Heftanînê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin

HPG'ê da zanîn ku duh li Heftanînê hêzên wan li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker daye û herî kêm leşkerek hatiye kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Li Heftanînê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin
22 mijdar, 2020   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de hêzên me 21'ê Mijdarê saet di 12:15'an de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, bi yekîneyeke dagirkeran e veşartî hesiyan ku li Girê Sûîqestê tevdigeriya. Hêzên me piştî ku demekê ev yekîneya veşartî şopand, derbên giran lê dan. Dagirkerek hate cezakirin, gelek dagirker jî birîndar bûn.

Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker 14'ê Mijdarê li qadên Qela Bêdewê, Kinyaniş, Girê Şehîd Mûnzûr, Dola Bîra û derdora gundê Nêrwe yên herêma Zapê dabû destpêkirin, 20'ê Mijdarê bi dawî bû.

19'ê Mijdarê saet di 13:50 û 18:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Sêdarê yê herêma Garê barandin."