Ciwan Mistefa: Qedexeya derketina derve ji bo navendên bajaran e

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa destnîşan kir ku qedexeya derketina derve ya giştî dê di nava bajaran de be, ne di nava herêman de. Her wiha diyar kir ku li gorî biryara qedexeya derketinê ya beşî dê saziyên xizmetguzarî û firin xebatên xwe berdewam bikin.

Ciwan Mistefa: Qedexeya derketina derve ji bo navendên bajaran e
22 mijdar, 2020   11:51
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî biryara 198’an qedexeya derketina derve ya giştî ya 10 rojan li Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê ferz kir. Qedexe 26`ê Mijdarê dest pê dike û heta 5`ê Kanûnê dê bidome. Ji bo zelalkirina bendên biryarê hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistafa ji ANHA`yê re axivî.

Mistefa da zanîn ku qedexeya derketina derve ya giştî li bajarên Qamişlo, Hesekê yên herêma Cizîrê û bajarên Tebqa û Reqayê ye û û got: “Ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê û miriyan li wan bajaran zêde bûye.”

Der barê sedemên biryarê de Ciwan Mistefa wiha got: “Me demek baş da şêniyan da ku bikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.”

Mistefa bi bîr xist ku firin, dermanxane û saziyên xizmetguzarî û ragihandinê ji vê biryarê hatine îtîsnakirin û wiha pê de çû: “Saziyên xizmetguzariyê û firin dê di saetên ku li gorî qedexeya derketina beşî hatine diyarkirin, xebatên xwe bidomînin. Dermanxane dê bi awayekî beşî vebin. Desteya Tenduristiyê wê bi Yekitiya Dermanxaneyan re koordîne bike da ku lîsteya nobetê çêkin.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahiya şêniyan kir ku biryarê pêk bînin û got: “Xetereyek heye, rewşa aloztir dibe. Ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusê zêde dibe. Em bang li şêniyan dikin ku tedbîrên hişyariyê û biryarên têkildar pêk bînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yejb4DTh0ck" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>