Mihemed Ebas: Me ENKS`ê ji girêdana bi dewleta Tirk a dagirker re hişyar kir

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Kurdistanê Mihemed Ebas, ENKS`ê girêdana bi dewleta Tirk a dagirker re hişyar kir û bang lê kir ku têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re xurt bike.

Mihemed Ebas: Me ENKS`ê ji girêdana bi dewleta Tirk a dagirker re hişyar kir
22 mijdar, 2020   10:03
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ebas bingehên têkiliya di navbera ENKS`ê û dewleta Tirk de rexne kir û got: “PDK ji pêşxistin û xurtkirina têkiliyên di navbera ENKS`ê û dagirkeriya Tirk de, berpirsiyar e.”

Ebas wiha axaftina xwe dewam kir: “Ti caran têkiliyên baş di navbera Kurdan û dewleta Tirk a dagirker de pêk nehatine. Dewleta Tirk hemleyên qirkirinê li dijî Kurd, Ermen û Suryenan dewam dike û li dijî wan pêkhateyan qirkirina etnîkî pêk tîne.”

EBAS ENKS`Ê JI GIRÊDANA BI DEWLETA RE HIŞYAR KIR

Girêdayî hewldanên wan ên ji bû dûrxistina Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji dewleta Tirk a dagirker, Ebas wiha got: “Me gelek caran partiyên ENKS`ê hişyar kirin da ku xwe ji girêdana bi dewleta Tirk re xilas bikin. Ji ber ku ji şerê cîhanî yê yekemîn ve û heta niha dîroka dewleta Tirk bi îxaneta li dijî Kurd û Kurdistanê tê nasîn.”

Ebas her wiha destnîşan kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl dide têkoşîna gelê Kurd bixe xizmeta berjewenediyên dagirkeriya Tirk û wiha got: “Me Mesûd Barzanî û PDK`ê hişyar kir ku têkiliyan bi dewleta Tirk pêş nexin.”

Ebas wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin, PDK`ê û ENKS`ê guh nedan hişyariyên me. Partiyên ENKS`ê jî tiştekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd dike, nekirin. Yên ku fedekarî û şehîd di oxira parastina vê xakê de da û hîna dide, Rêveberiya Xweser e.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Kurdistanê Mihemed Ebas li ser serdana dawîn a ENKS`ê ji Tirkiye re wiha got: “Armanca ENKS`ê ji wê serdanê, bicihanîna daxwazên PDK`ê ye, da ku ji cîhanê re nîşan bidin ku Kurd bi dagirkeriya Tirk re ne û ne girêdayî dozên xwe yên neteweyî ne.”

Her wiha bang li partiyên ENKS`ê kir ku tev li Rêveberiya Xweser bibin, ku tevî dijberiya hikumeta Şamê jî mafên xwe bi dest xistin.”

Ebas di dawiya axaftina xwe de bang li ENKS`ê kir ku helwesta xwe ya danîna têkiliyan bi dewleta Tirk re, careke din di ber çav re derbas bike û li gel û partiyên kurdî vegere, ji berk u dijmin hemû Kurdan dike armanc.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SZasBg7Tub8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>