Pompeo: Dê welatên din ên Ereban jî bi Îsraîlê re peymanan çêkin

Wezîrê karên derve yê Mike Pompeo got ku Washingotin hewl dide aramiyê li Rojhilata Navîn mîsoger bike. Her wiha destnîşan kir ku dê welatên din ên Ereban peymanên aştiyê bi Îsraîlê re pêk bînin.

Pompeo: Dê welatên din ên Ereban jî bi Îsraîlê re peymanan çêkin
22 mijdar, 2020   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Pempeo ji tora Erebiyê re piştrast kir ku rêveberiya DYA’yê hewldanên xwe yên pêkanîna aştiyê dewam dike û dê parastina berjewendiyên xwe û hevalbendên xwe yên li herêmê dewam bike.

Her wiha eşkere kir ku hin dewletên din ên Ereban jî dê peymanên aştiyê yên bi Îsraîlê re pêk bînin û wiha got: “Me dixwest filistînî jî peymanên aştiyê bi Îsraîlê re pêk bînin, lê fermandariyên wan qebûl nekir.”

Pempeo îşaret bi xetereya rejîma Îranê li herêmê kir û got dewletên Ereban xetereya hevbeş a Îranê dibînin û diyar kir ku siyaseta welatê wî li hemberî Îranê wekî berê ye.

Pempeo bi bîr xist ku DYA ji bo dan û standina bi Îranê re ya di çarçoveya stratejiya li Rojhilata Navîn de hevalbendiyek çêkiriye û wiha dewam kir: "Em hevalbendiyekê ava dikin da ku em nehêlin Tehran ewlehiya herêmê têk bibe.”

Têkildarî rewşa Iraqê  jî Pompeo piştrast kir ku Washington hewl dide li Iraqê aramiyê mîsoger bike û got: “Gelê Iraqê naxwaze girêdayî Îranê be. Amerîka bi hebûna xwe li Iraqê dixwaze piştgiriya hikumeta Kazimî bike.”

(eh)