Birîndarên Şer: Me li berxwe da  û em ê li berxwe bidin

Birîndarên  şer ên Reqayê gotin, tevî ku ew birîndar in di berxwedanê de bi îsrar in. Her wiha destnîşan kirin ku armanca wan a tevlîbûna hêzên leşkerî parastina welet bû û ew ê her li ser vê armancê bin.

Birîndarên Şer: Me li berxwe da  û em ê li berxwe bidin
22 mijdar, 2020   08:41
REQA-XALID CUMA

Birîndarên şer ên bajarê Reqayê duh bi diruşmeya "Birîndarên şer evîndarên welatê xwe ne", konferansa damezirandina Komeleya Parêzvanên Reqayê li dar xistin.

Têkildarî mijarê, birîndarên şer piştrast kirin ku di berxwedan û têkoşîna xwe de berdewam in û diyar kirin ku berxwedan ne tenê rakirina çekê ye, lê belê gelek rêbazên berxwedanê hene û wiha gotin: "Me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin."

Şervanê QSD’ê Nîdal Elî diyar ku ku lingê wî yê rastê di şerê li Efrînê yê li hember dewleta Tirk de birîn bû û lingê wî hat jêkirin, ji ber wê yekê ji hevalên xwe yên li eniyên şer bi dûr ket.

Elî wiha domand: "Niha em bi rêya xebatên xwe yên di saziyên sivîl û leşkerî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana xwe  berdewam dikin. Ev  xebata ku em dimeşînin berxwedan e. Birîndariya me nayê wê wateyê ku em nikarin bixebitin."

Elî bang li endamên komeleyên ji bo gaziyên şer hatine avakirin kir ku piştevaniya gaziyan bikin.

Li aliyekî din şervanê bi navê Abdullah Yasir ê ku lingê wî yê rastê di şerê rizgarkirina Reqayê de hatiye qutkirin, wiha got: "Birîndariya me  nayê wateya ku ji berxwedana li hember her kesê hewl bide fitneyan derxîne û herêmê dagir  bike, nesekinin. Lê belê birîndariya me îsrara me a berxwedanê zêdetir kir. Ev jî ne tenê gotina min e, lê belê gotina tevahî birîndaran e."

Yasir da zanîn ku komîteya amadekar di konferansê de soz da ku dê piştevaniya tenduristî ji tevahî birîndaran re pêşkêş bike û hêvî kir ku soz werin bicihanîn da ku rewşa wan a tenduristî baş bibe.

Şervanekî din ê bi navê Emced Îsa îşaret bi bendeke rêziknameyê kir ku ew jî avakirina navendên perwerdehî û pîşeyî ye ku armanca wê piştevaniya madî û manewî ya gaziyan e û got: "Vê benda komeleyê bawerî da me û em hêvî dikin ku ev biryar di nêztirîn dem de pêk were."

Tevahî birîndaran eşkere kirin ku ew di berxwedanê de berdewam in û wiha bi dawî kir:" Dema ku em tevlî QSD’ê bûn armanca me parastina welat bû û hîna jî em li ser wê armancê ne."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q6RzSfhy_l8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>