Panorama hefteyê: Nameyên Îsraîlê yên ji bo Îranê, nîşaneyên xirabûna têkiliyên Amerîka-Tirkiyê ne

Li gorî çavdêran, êrişên Îsraîlê yên hefteya borî yên li ser başûrê Şamê nameyek bûn vê nîşan dide ku tevî binkeftina Trump dê êrişên Îranê berdewam bikin, her wiha paşguhkirina Pempeo rayedarên Tirk di dema serdana xwe ya ji bo Stenbolê de nîşaneyên xirabûna têkiliyên herdu welatan da. Li aliyekî din jî Rûsya hewl dide tecrubeya Tertûsê li Sûdanê pêk bîne.

Panorama hefteyê: Nameyên Îsraîlê yên ji bo Îranê, nîşaneyên xirabûna têkiliyên Amerîka-Tirkiyê ne
22 mijdar, 2020   03:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Şamê, pêşeroja têkiliyên Tirkiyê- Amerîka û tevgerên Rûsyayê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên hefteya borî bûn.

‘ÊRIŞÊN ASMANÎ YÊN ÎSRAÎLÊ NAMEYEK BÛN JI BO RAYA GIŞTÎ PIŞTÎ TÊKÇÛNA TRUMP’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsî: "Hejmara kuştiyên di encama êrişên asmanî yên Îsraîlê li dijî Sûriyê de roja çarşemê, gihaşt 10 kuştiyan, ji wan 3 serbazên Sûriyê yên hêzên parastina asmanî ne, yên din ji welatên cuda ne, li gorî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand.

Li gorî raporeke Ruetersê êrişa çarşemê herêmeke berfireh da ber xwe, vê carê artêşa Îsraîlê wekî hîn bêtir bi biryar xuya kir û behsa gelek hûrgiliyên êrişan kir, ev jî pir eşkere dike ku ew dixwaze nameyeke zelal bigihîne raya giştî der barê destwerdana Îranê ya li Sûriyê de.

Li Til Evîvê jî çavkaniyeke leşkerî ya Îsraîlê ya payebilind duh piştrast kir ku êrişên asmanî yên Îsraîlê yên şeva borî, bi zanebûn li hin fermandarên Îranê yên mezin nexist ku li taxeke diyar ya nêzî Şamê ne, lê tenê wê çend moşekên sivik avêtin ber malên wan û ew hişyar kirin têkildarî projeya bicihbûna li Sûriyê û bi taybet li başûrê Sûriyê, nêzî xeta di navbera Îsraîl û Sûriyê de.”

'POMPEO NÎŞANEYÊN XERABÛNA TÊKILIYÊN AMERÎKA-TIRKIYÊ DIDE'

Girêdayî têkiliyên Amerîka-Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Paşguhkirina rayedarên Tirk ji aloyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ve di serdana xwe ya sêşemê ji bo Stanbolê de, bi xwe re nîşaneyên guhertina siyaseta rêveberiya Amerîkayê ya nû tîne. Di demekê de ku Enqere li ser siyaseta serokê nû yên Amerîkayê Jeo Biden li hemberî xwe, bi fikar e ku çavdêr dibînin ku dê di çareserkirina dozên heyî de ji siyaseta rêveberiya berê hişktir be.”

Pompeo ji bo nîqaşkirina mijarên olî serdana Stenbolê kiribû, bêyî ku bi tu rayedarên Tirk re bicive. Tevî ku Pompeo piştrast kiribû ku ew dixwaze berpirsên Tirk ji bo rawestandina “tevgerên xwe yên dijminahiyê” îqna bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê nerazîbûna xwe li ser serdana Pompeo ya ji bo nîqaşkirina azadiya olî li Tirkiyê nîşan dabû û piştrast kiribû ku azadiya olan li Tirkiyê parastî ye.

Rayedarekî Tirk ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, ji Bloombergê re gotibû Pompeo vexwendina wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu ya hatina Enqereyê red kir û ji Çavuşoglo xwest ku ji bo hevdîtinê were Stenbolê. Her wiha diyar kir ku Çavuşoglu jî daxwaza Pompeo qebûl nekiriye û nerazîbûna xwe li ser paşguhkirina Pompeo ya hatina Enqereyê nîşan daye.

Pompeo ji rojnameya “Le Figaro” a fransî re wiha got: “Min û serok Macron kiryarên dawîn ên dewleta Tirk nîqaş kirin. Em her du dibînin ku kiryarên wê “dijminane” ne.”

Her wiha îşaret bi piştgiriya dewleta Tirk ji Azerbêcanê re kir û diyar kir ku Tirkiyê hêzên ji Sûriyê şandine herêmê.”

'RÛSYA TECRUBEYA TERTÛSÊ LI DERYAYA SOR PÊK TÎNE'

Têkildarî liv û tevgera Rûsyayê li Sûdanê rojnameya El-Beyan nivîsî: “Li ser bingeha reşnivîsa peymana ku Sûdanê û Rûsyayê di demên dawîn de mohr kir, dê di demeke nêzîk de li Sûdanê jî baregeheke Rûsyayê ya nû diyar bibe. Bi gotineke din jî dê li perava Sûdanê ya li Deryaya Sor navendeke lojîstîk were vekirin. Tişta diyar dibe ku Rûsya çavên xwe berdaye parzemîna Afrîkayê û ev baregeh tenê di çarçoveya nêrîna Rûsyayê di rola navneteweyî ya Moskovê ji dergeha Sûdanê de ye, nexasim ku baregeh dikare pêşwaziya keştiyên nukleerê bike.”

'HEWLDANÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ BÊ ENCAM IN'

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Exbar nivîsî: "Li şûna ku ji bo avakirina hikumeteke nû li Lubnanê li hev bikin, dan û standinên der barê avakirina hikumeta Lubanê de bê encam bûn û li hemberî vê yekê Moskov hewl dide Sead El-Herîrî razî bike ku bi her kesî re bikeve nava şêwiran ku yek ji wan jî Cibran Basîl e."