Dirêî bang li ENKS`ê kir ku doza kurdî di hembêza dijmin de nîqaş neke

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku ENKS bi serdana xwe ji Tirkiye re dijminahiya hewldanên yekitiya kurdî dike.

Dirêî bang li ENKS`ê kir ku doza kurdî di hembêza dijmin de nîqaş neke
22 mijdar, 2020   08:33
 QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Ev demeke dan û standinên di navbera Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, sekinîne. Hin aliyên têkildarî daxuyandin ku sedema wê yekê çûyîna şandeya ENKS`ê ji bo Tirkiye ye.

Ji beriya gelek rojan ve, şandeya ENKS`ê li Tirkiye bi rayedarên Tirk re hevdîtinan pêk tîne.

Beşên civaka Kurd dibînin ku serdana şandeya ENKS`ê ji Tirkiye re xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û dan û standinên têkildarî yekitiya nîştimanî, nake. Her wiha tekez dikin ku divê ENKS`ê girêdana xwe bi dewleta Tirk re qut bike, ku rojane li dijî gelê Kurd komkujiyan pêk tîne.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî ji ajansa me re axivî.

Dirêî diyar kir ku têkiliyên ENKS`ê bi dewleta Tirk re gihîştine astekê ku ENKS`ê nikare bêyî dewleta Tirk tevbigere û got: “Serdana wê ji bo eşkerekirina navaroka dan û standinên girêdayî yekitiya kurdî bû.”

Dirêî diyar kir ku di demekê de dewleta Tirk a dagirker dixwaze Îmeratoriya Osmanî nûjen bike, pêwîstî bi yektiya Kurdî heye û got: "ENKS ji ber zexta civaka kurdî û partiyên kurdî yên din tev li dan û standinan bûye. Her carê ku dan û standinên yekitiya kurdî pêş dikevin, ENKS`ê gaveke dijberî wê diavêje. Mînaka wê yekê serdana wê ji Tirkiye re ye û pêkanîna hevdîtinan a bi behaneya naskirina wan.”

Dirêî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li Bakurê Kurdistanê binêrin, bi hezaran welatiyên Kurd bê sedem di girtîngehên dewleta Tirk de ne. Her wiha dewleta Tirk bi awayekî domdar êrişî herêmên Kurdistanê dike û li dijî şêniyên herêmên dagirkirî binpêkirin û sûcên dermirovî pêk tîne. Di heman demê de ENKS`ê dibêje ku dixwaze ji hundirê Tirkiyê doza kurdî li Sûriyê çareser bike. Di vir de pirsa ku derdikeve holê ev e; ENKS dixwaze kê nas bike? Dixwaze bi dewletên terorîst wekî Tirkiye re çi nîqaş bike?”

‘DAXWAZÊN ENKS`Ê, DAXWAZÊN DEWLETA TIRK IN’

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî tekez kir ku divê ENKS`ê ji bo berjewendiyên gelê Kurd kar bike, ne ku li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava wekî sîstema hevserokatiyê û perwerdeya bi zimanê kurdî derkeve û wiha dewam kir: “Daxwazên ENKS`ê, daxwazên dewleta Tirk in.”

Kurdiyar Dirêî destnîşan kir ku divê ENKS`ê ji bo berjewendiya gelê Kurd kar bike û dûrî berjewendiyên xwe yên şexsî bikeve. Her wiha divê doza kurdî li ser xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin nîqaş bikin, ne di hembêza dijmin de.”

Dirêî girêdana ENKS`ê bi dewleta Tirk a dagirker re bi şaştiya mezin bi nav kir û got: “Girêdana ENKS`ê bi dewleta Tirk a dagirker re û serdana wê ji bo Tirkiye, şaştiyeke mezin e. Divê ENKS`ê dûrî dewleta Tirk bikeve ji ber ku dewleteke faşîst e û dijminahiya gelê Kurd dike.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tw95vc6Nspc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>