SOHR: Balafiran nenas hêzên ser bi Îranê ve yên li Dêrazorê bomebebaran kirin

Li gorî nûçeya SOHR, balafirên nenas baregehên hêzên girêdayî Îranê yên li bajarê El-Bûkemal a Dêrazorê bomebaran kirin.

SOHR: Balafiran nenas hêzên ser bi Îranê ve yên li Dêrazorê bomebebaran kirin
21 mijdar, 2020   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên nenas zêdeyî 10 êriş li djiî baregehên hêzên Îranê yên li rojavayê bajarê El-Bûkemal ê Dêraozrê pêk anîn.

Ev ne cara yekemîn e ku balafirên nenas herêmên Dêrazorê yên ku hêzên ser bi Îranê ve lê hene bomebebaran dike. Tevî ku di gelek raporan de tê îdiakirin ku balafirên ên DYA û Koalîsyona Navneteweyî ne, lê herdu ti daxuyanî li ser va îdiayan nedaye.