Li Selahedîn a Iraqê êriş: 3 kes mirin, 8 jî birîndar bûn

Li parêzgeha Selahedîn a bakurê Iraqê êrişeke çekdarî pêk hat, di encamê de  3 kes mirin û 8 jî birîndar bûn.

Li Selahedîn a Iraqê êriş: 3 kes mirin, 8 jî birîndar bûn
21 mijdar, 2020   20:53
NAVEDNA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Hikumetê ya Iraqê di daxuyaniyekê de got: "Li ser rêya Zewiya Meshek a girêdayê navçeya Bêcî, bombeyek bi erebeyeke Toyota ya sivîlan ve teqiya. Dema ku hêzên ewlekariyê ji navenda oplîsan a Meshek û komeke Heşid El-Şabî ji bo rakirina birîndaran berî da cihê teqînê ji aliyê sekvanan ve hatin gulebaran kirin."

Di daxuaniyê de hate gotin: "Di encama êrişê de mîralayek, komserê polîsan ê navenda polîsan a Mesehek, endamekî Heşd El-Şabî şehîd bûn û komserekî polîsan, endamekê Heşd El-Şabî û 3 sivîl ji heman malbatê birîndar bûn."