Li gundewarê Efrînê jineke kuştî hate dîtin

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê jineke kuştî di erebeyekê de hate dîtin.

Li gundewarê Efrînê jineke kuştî hate dîtin
21 mijdar, 2020   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji navçeya Cindirêsê gotin, şêniyên gundê Qocman jineke di sî saliya xwe de kuştî di erebeyekê de dît.

Çavkaniyan diyar kirin jina kuştî di erebeyekê  "Sentafee" rengê zîv de bû û di nava zeviyên çandinî yên navbera gundên Qocman û Qurbê yên Cindirêsê hate dîtin.

Agahiyên derbarê nasnameya jinê de nehatin zanîn.

Li kantona Efrînê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, bûryerên revandin û qetilkirina sivîlan berdewam dikin.

ANHA