Li Tirkiyê di nava du mehan de 43 jin hatin qetilkirin

Bi nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Tundiya li ser Jinan, di nava du mehan de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetirî 43 sûc li dijî jinan pêk hatiye.

Li Tirkiyê di nava du mehan de 43 jin hatin qetilkirin
21 mijdar, 2020   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma "Qetilkirina Jinan Rawestînin" a li Tirkiyê bi raporekê diyar kir ku desthilta Tirkiyê rasterast jinan dike armanc û got ku jin bi çewisandin, qetilkirin û cezayan re rû bi rû dimînin.

Platformê daxuyand ku di navbera meha Cotmehê û Mijdarê de 43 jin li ser destê mêran hatine qetilkirin. Her wiha 8 jinên din bi awayekî guman kuştî hatin dîtin. Bi vî awayî hejmara jinên wefat kirine û sedem ne diyar e gihaşt 152 jinan.

 

ꞌÎSAL 453 JIN HATINE QETILKIRINꞌ

Li gorî hejmara Navenda Lêkolînên Meydanî yên Civakî û Siyasî di rapora têkildarî sûcên qetilkirina jinan diyar kiriye, îsal derdora 453 jin hatine qetilkirin û 144 jinên din jî bi awayekî guman mirine.

Li Tirkiyê di navbera 14 û 16 Cotmehê de du jin hatin  qetilkirin.

Li şûna ku hikumet sûcên qetilkirina jinan rawestînin, mafnas û çalakgerên parastina mafên mirovan binçav dikin, duh jî 17 endamên sendîkeya parêzeran a li Amedê ya Bakurê Kurdistanê girt, di nav wan de hin parêzerên jin jî hene.

(eh)