Êzidî: Em ê civaka xwe ji êrişan biparêzin

Êzidiyan peymana têkildarî Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de bi "Amadekariya pêkanîna komkujiyeke nû li dijî êzidiyan" wesifandin û gotin ew ê ola xwe ji êrişan biparêzin.

Êzidî: Em ê civaka xwe ji êrişan biparêzin
21 mijdar, 2020   04:16
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Li dijî civaka Êzidî 73 fermanan pêk hatine. Fermana dawîn ya bi destê çeteyên DAIŞ`ê bû ku di 3'yê Tebaxa 2014`an de bi piştgiriya dewleta Tirk pêk hatibû. Dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, pêşmergeyên PDK`ê ji Şengalê derketin û şêniyên herêmê ji çeteyan neparastin.

9'ê Cotmeha derbasbûyî, hikumeta Iraqê têkildarî rewşa Şengalê peyman bi hikumeta Hewlêrê re mohr kir.

Êzidî der barê vê peymanê nerehet in, ji ber herêmên wan ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin û rêveberiya xweser ava kirine û didirsin ku ev peyman wekî komkujiyeke din be.

Meryem Cido ya ji Efrînê ye û li kantona Şehbayê dimîne, peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de şermezar kir û wiha got: "Em peymanên wiha erê nakin, ji ber di rêveberiya kar û barên herêmê de, şêniyên Şengalê mafdar in."

Mîdya Çawîş ku ji koçberên Efrînê ye bi bîr xist ku di 2014`an de DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir û niha jî dixwazin heman planan dubare bikin, lê belê ew ê qet nepejirînin û peymanên bi vî rengî red dikin.

Mîdya da zanîn ku ew ê parastina ola xwe ji êrişan bikin, her wiha parastina gelê Kurd nexasim êzidî ji êrişên artêşa Tirk a dagirker bikin.

Sebrî Çawîş yê koçberên Efrînê got, AKP`ê bi vê peymanê hewldana têkbirina kurdan dike û rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk vedike.

Çawîş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, hikumeta herêma Kurdistanê alîkariya şengaliyan nekir û dev ji wan berda, ji ber vê jinên herêma Şenglê li bazaran hatin firotin û zarok hatin qetilkirin û niha jî dixwazin Şengalê bi rê ve bibin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SSjycfR-AF8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>