6 hezar kes ji kampa Holê derketine, 300 kesên din amadekariyê derketinê dikin

Hejmara kesên sûrî yên ku bi biryara Rêveberiya Xweser û bi kefaleta şêx û rûspiyan ji kampa Holê derketine, gihaşt 6 hezar kesî û 300 kesên din amadekariyan dikin ku di hefteya bê de derkevin.

6 hezar kes ji kampa Holê derketine, 300 kesên din amadekariyê derketinê dikin
21 mijdar, 2020   01:32
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û ji xetertirîn kampên li cîhanê ye, ji ber çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê û ji Iraqê û yên biyanî lê bi cih bûne, ku sûcên qetilkirin û êrişan pêk tînin û hewl didin ji kampê birevin.

Kampa Holê ji bo pêşwaziya penaberên piştî şerê Xelîc ku di sala 1991`an de li dar ket, hate avakirin, piştî Amerîkayê 2003`yan destwerdana Iraqê kir, careke din hate aktîfkirin û piştî QSD`ê di payîza 2015`an de herêma Holê rizgar kir, ji bo pêşwaziya malbatên Sûriyê yên ku ji ber şerê li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de reviyabûn, hate vekirin. Her wiha kampê pêşwaziya penaberên Iraqê  yên ji ber şerê li Musilê reviyabûn, kir.

Piştî bajarokê Baxozê di Adara 2019`an de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, bi hezaran malbatên çeteyan ên ji Sûriyê, iraqiyan û kesên biyanî xwe radestî QSD`ê kirin û li kampa Holê hatin bicihkirin. Ji bo ku dan û standina wan bi koçerên sûrî yan jî bi penaberên iraqî re çênebe, beşek di kampê de ji bo wan hate veqetandin.

Ji wê demê û şûn ve Rêveberiya Xweser dest bi lêkolîna der barê dosyên wan ên ewlekariyê de kirin, da ku malbatên destên wan di qetilkirinê de tune be wan ji kampê derxînin.

PERGALA KEFALETÊ

Li ser bingeha encamên civîna eşîran a ku di 3'yê Gulana par de li navçeya Eyn Îsayê ji bo derxistin malbatên sûrî li dar ketibû, destpêkê Rêveberiya Kampê xwe dispart pergala kefaletê.

Di civîna şêxên êlan û eşîran de der barê kefaleta malbatên sûrî yên ku  ji ber şer reviyane û destên wan di sûcên qetilkirinê de tune ye hate lihevkirin, lewma zarok û jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kampê hatin derxistin.

Di Hezîrana par de yekemîn kom jî 800 jin û zarokên ji Reqa û gundewarên wê ji kampê derketin.

Paşê 27 komên din jî ji kampê derketin, ew jî ji şêniyên Dêrazorê, Reqa û Tebqayê bûn.

Hejmara kesên li ser kefaleta şêxên eşîran ji kampa Holê derketin, gihaşt 4 hezar û 789 kesan.

Li ser bingeha civîna ku Rêveberiya Xweser 5'ê'Cotmeha derbasbûyî bi Meclisa Sûriya Demokratîk, Deseteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn re çêkir, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10`ê Cotemeha derbasbûyî biryar da ku malbatên dixwazin ji kampê derkevin, dikarin derkevin.

Piştî biryarê malbatên sûrî yên li kampa Holê bûn 2 beş, ew jî kesên dixwazin derkevin û kesên ji ber rewşên xwe yên taybet naxwazin ji kampê derkevin bûn.

Rêveberiya Xweser 28'ê Cotmehê biryar pêk anî, destpêkê 32 malbat ku ji 117 kesan pêk dihat û ji şêniyên Reqayê û gundewarên wê bûn, ji kampê derketin.

Paşê di 16'ê Mijdarê de komeke din ji 120 malbatên sûrî yên ji Dêrazorê û gundewarên bûn pêk dihat û hejmara wan 515 kes bû derketin.

Di encamê de ji 10'ê Cotmehê heta vê kêliyê di nava 5 koman de hezar û 211 kes ji kampê derketine.

HEJMARA KESÊN NIHA LI KAMPÊ NE

Li gorî van hejmarên nû û li gorî rêveberiya kampê niha 23 hezar û 167 sûrî û 6 hezar û 451 malbat li kampê dimînin

Li gorî rêveberên kampê dê hefteya bê 75 malbatên din ji kampê derkevin.

Derveyî malbatên sûrî, malbatên iraqî jî li kampê dimînin. Li  gorî rêveberiya kampê 8 hezar û 209 malbat in û ji 30 hezar û 606 kesan pêk tê, her wiha hejmara malbatên biyanî jî 2 hezar û 778 malbat in û ji 9 hezar û 544 malbatên bi eslê xwe  ereb û ewropî ne.

Hêjî bibîrxistinê ku Rêveberiya Xweser hîn jî amadekariyên derxistina malbatên sûrî dike û pirsgirêka malbatên DAIŞ`ê yên ji Iraqê û biyanî ne berdewam e, ji ber welatên wan wan pêşwazî nake.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bny7v000aVM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>