Sîhanok Dîbo: Serdana ENKS`ê ji Tirkiyê re xeter e

Nûnerê MSD'ê yê li Misirê Sîhanok Dîbo bal kişand ser serdana ENKS`ê ya ji Tirkiyê re û got: "Ev serdan ne li gorî şert û qonaxên diyalogên kurdî-kurdî ne." Dîbo destnîşan kir ku rola Tirkiyê li herêmê xeter e û ji ENKS'ê xwest ku li hesabên xwe vegere.

Sîhanok Dîbo: Serdana ENKS`ê ji Tirkiyê re xeter e
21 mijdar, 2020   02:39
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Her çi qasî ku ji bo yekitiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê kar û xebat tê kirin, lê dîsa jî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) astengiyan derdixîne.

ENKS'ê ya dizane ku dewleta Tirk dijminê yekemîn ê doza Kurd e û hewl didin her pêşketineke Kurd li Rojava têk bibe û destkeftiyên kurdan li çar parçeyên din asteng bike, serdanên xwe ji bo Tirkiyê didomîne.

Tevî ku di lihevkirina kurdî-kurdî de heta astekê pêşketin çêbûne, lê ENKS'ê careke din astengiyan derxîne û şertê rakirina meteryalên bi zimanê kurdî daniye. ENKS'ê heman demê beşek ji "Eniya Aştî û Azadiyê ye" ya ku Tirkiyê piştgiriya wê dike da ku Rêveberiya Xweser têk bibe. Beriya çend rojan jî di nava vê eniyê de serdana Tirkiyê kir.

Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ê li Misirê Sîhanok Dîbo diyar kir ku gelek dewletan di nav de dewletên ku destwerdana aloziya Sûriyê dike, hema bêje li hev kirine da ku rola Tirkiye lawaz bikin, ji ber ku Koalîsyona Sûriyê, opozîsyona fermî kontrol dike ev ê jî hişt ku hîn zêdetir roleke guncaw ji bo Opozîsyona Sûriyê dernekeve holê.

Sîhanok Dîbo da zanîn ku "Serdana Eniya Aştî û Azadiyê ji Enqere re û hevdîtina wê bi rayedarên karên derve yên Tirkiye re berevajî vê yekê ne, mirov dibêje ku ev gav an jî damezrandin di gelek aliyan de ne zelal in."

ꞌSERDAN BI DIYALOGA KURDÎ RE NA GUNCAW Eꞌ

Dîbo di dewma axaftina xwe de ev yek anî ziman:"Çawa di vê qonaxê de hin aliyên di nava kom û koalîsyona berê de dikarin beşên nû çêkin! Divê were zelalkirin ku beşek ji Eniya Aştî û Azadiyê anku partiyên ENKS`ê di halê hazir de bi Partiya Yekitiya Niştimanî Kurdî diyalogên têkildarî serweriya Sûryê ku ew bi xwe jî diyalogên Kurdî-Kurdî ne li dar dixin."

Dîbo destnîşan kir ku serdana ENKS`ê ji Tirkiyê re ne li gorî qonax û pîvanên diyalogên Kurdî-Kurdî ne.

ꞌROLA TIRKIYE XETERNAK E Û DIVÊ WERE LAWAZKIRINꞌ

Dîbo got ku sedema sereke ya ku diyalogên kurdî-kurdî têne astegkirin destwerdana Tirkiye di aloziya Sûriyê de ku her dosyayeke girêdayî serdestî, di destpêkê de diyaloga kurdî-kurdî asteng dike û got: "Tevahî dewletên erebî û Yekitiya Ewropayê teqez dikin ku rola Tirkiyê li gelemperiya herêmê xeter e û zêde bûye û divê were lawzakirin."

Sîhanok Dîbo her wiha got: "Li gorî hin siyasetmedaran, meqsed ji gava lawazkirina rola Tiriyê pêvajoya piştî Trump e, dibe ku ji ber wê Tirkiye ji herêmên ku li Sûriyê dagirkiriye, vekişe.  Her wiha bi dehan raporên navneteweyî hene tê de piştrast dibe ku çeteyên bi navên Artêşa Niştimanî ya Sûrî sûcên dermirovî pêk anîne."

Di dawiyê de Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk ê li Misirê Sîhanok Dîbo bang li ENKS`ê kir ku li hesabên xwe vegere û li rola kurdan li Sûriyê binêre, ji ber roleke sereke dilîzin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bXOADavcw_E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>