4 zarokên efrînî bi mayina çeteyên DAIŞ`ê bi giranî birîndar bûn

Li kantona Şehbayê mayinek ji bermahiyên çetetyên DAIŞ`ê bi 4 zarokên efrînî ve teqiya. Di encamê de zarok bi giranî birîndar bûn.

4 zarokên efrînî bi mayina çeteyên DAIŞ`ê bi giranî birîndar bûn
20 mijdar, 2020   13:26
ŞEHBA

Her 4 zarokên birîndar ku 3 ji wan birayên hev in û yek lawê apê wan e, ji kantona Efrînê ne û bi darê zorê ji bajarê xwe koçberî navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bûbûn. Dema ku zarokan li erdên çandiniyê yên navçeyê dilîst, mayina ji bermahiyên DAIŞ`ê bi wan ve teqiya.

Navên zarokên birîndar bûne wiha ne: Diyar Bekir (9), Nebî Bekir (15), Nazmî Bekir (13) ku ew her sê birayên hev in û lawê apê wan Qaziqlî Bekir (13).

Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafîn a Şehbayê. Kadroyên tenduristiyê diyar kir ku birînên zarokan kûr in û dibe ku ji ber wan astengdar bibin.

(cx)

ANHA