Artêşa Azerbêcanê derbasî Axdamê bû

Li gorî peymana agirbestê, artêşa Azerbêcanê ket herêma Axdam a bi ser Qerebaxê ve. Her wiha dê herêma Kalbajar di 25`ê Mijdarê de û Laçîn jî di 1`ê Kanûnê de dê bên radestkirin.

Artêşa Azerbêcanê derbasî Axdamê bû
20 mijdar, 2020   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Fransayê, îro Azerbêcanê herêma Axdamê kontrol kir ku Qerebaxê li gorî peymana agirbestê piştî 6 hefteyan ji şerên domdar, radest kir.

Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî peymana agirbestê ya ku serokê Azerbêcanê, serokê hikumeta Ermenistanê û serokê Rûsyayê îmze kiribû, yekîneyên artêşa Azerbêcanê ketin herêma Axdamê.

Her wiha dê 2 herêma Kalbajar di 25`ê Mijdarê de û Laçînê jî di 1`ê Kanûna bê de bên radestkirin.

Li aliyekî din Enqereyê piştrast kir ku dê leşkerên wan bi rêya navenda koordîneyê ya hevbeş bi Rûsya re li Azerbêcanê çavdêriya agirbestê bikin.

(eh)