Li Kerkûkê 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hikumeta Iraqê îro ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê ya li parêzgeha Kerkûkê de, 16 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li Kerkûkê 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
20 mijdar, 2020   13:23
NAVENA NÛÇEYAN

General Yehya Resûl ragihand ku li parêzgeha Kerkûkê ya bakurê Iraqê li dijî DAIŞ`ê operasyoneke ewlehiyê pêk anîne û di encamê de16 çete hatine kuştin.

Yehya Resûl bi daxuyaniyekê ji tora Sumeriye News re ragihand ku hêzên antîterorê bi fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar, li parêzgeha Kerkûkê bi taybetî li herêma di navbera geliyê Zixêtûn û geliyê Xenacir de operasyoneke mezin pêk aniye.

Resûl da zanîn ku operasyonê duh dest pê kiriye û vê sibê bi dawî bû û li dijî navenda bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê pêk hat. Di operasyonê de piştî şerên bi çeteyan re, 16 çete hatin kuştin.

Resûl destnîşan kir ku hin çete yekser di şer de hatine kuştin, hinek jî bi balafirên Koalîsyona Navneteweyî hatine kuştin. Her wiha piştrast kir ku hêzên antîterorê belgeyên girîng û miqdareke çekên sivik û navîn, parsport û hejmareke zêde ya pereyên herêmî û biyanî, desteser kirin.

(eh)