Nivîsgeha Parastina Zarokan: Em hewl didin hemû mafên zarokan li gorî pîvanên navneteweyî biparêzin

Nivîsgeha Parastina Zarokan di şerên çekdarî de piştrast kir ku ew ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabin, da ku hemû zarokan li gorî pîvanên navneteweyî biparêzin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan: Em hewl didin hemû mafên zarokan li gorî pîvanên navneteweyî biparêzin
20 mijdar, 2020   09:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Roja Parastina Mafên Zarokan a Cîhanê ye, bi vê boneyê hevserokatiya Nivîsgeha Parastina Zarokan di şerên çekdarî de ya Bakur û Rojhilat Sûriyê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nivîsgeh ji dema damezirandinê ve hewl dide zarokan û pêşeroja wan biparêze.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku encamên aloziya domar a Sûriyê di hemû astan de trajedîk bûn û hîna gelê Sûriyê li gel paşguhkirina xebatên rastîn ên çareseriyê, azaran dikişîne.

Her wiha hate gotin ku herî zêde zarokan zirar ji vê aloziyê dît. Ji ber ku ji mafên perwerdeyê, jiyana ewle bêpar man, bi hezaran bûn qurbaniyên şer û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha neçar man di temenekî biçûk de kar bikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêveberiya Xweser gelek xebat di vî warî de kirin û hewl da zarokan ji mercên şer û aloziyê dûr bixe û di wê çarçoveyê de Nivîsgeha Parastina Zarokan di şerîm çekdarî de bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ava kir. Plansaziyek bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û NY`î re danî da ku dozên leşkerkirina zarokan di hêzên çekdarî de çareser bike. Zarokên ku bûne leşker ji nû ve perwerde bike û tev li civakê bike. Dosyaya karkirina zarokan, warê tenduristiyê û mehrûmbûna ji perwerdeyê bi hevkariya tevahiya aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareser kir.

Nivîsgeha Parastina Zarokan di şerên çekdarî de, di dawiya daxuyaniyê xwe de piştrast kir ku ew ê erka xwe li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo parastina zarokan pêk bîne û Rêveberiya Xweser bi rêya nivîsgehê hewl didin tevahiya pîvanên navneteweyî pêk bîne da ku zarokan û pêşeroja wan biparêze.

(şx)