Mackenzie: Me rê li Îranê girt û Bexda dixwaze hebûna leşkerî ya DYA’yê li wir dewam bike

Fermandarê Fermandariya Navendî ya artêşa DYA’yê general Kenneth Mackenzie ragihand ku di çarçoveya pêkanîna serok Donald Trump de dê hejmara hêzên DYA’yê yên li Iraqê daxin 2 hezar û 500 leşkerî. Lê belê Bexda dixwaze hebûna DYA’yê li Iraqê ji bo şerê li dijî şaneyên DAIŞ`ê dewam bike.

Mackenzie: Me rê li Îranê girt û Bexda dixwaze hebûna leşkerî ya DYA’yê li wir dewam bike
20 mijdar, 2020   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya fransî, fermandarê Fermandariya Navendî ya artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) general Kenneth Mackenzie bi rêya dîmen axivî û diyar kir ku hebûna Amerîkayê li Iraqê bi rêjeyeke mezin rê li çalakiyên Îranê û rêxistina DAIŞ`ê girt.

Mackenzie destnîşan kir ku Îranê vê dawiyê êrişên xwe kêm kirin, ji ber ku ew hêvî dike ku dê hikumeta Iraqê jê bixwaze ku ji Iraqê vekişin. Her wiha tekez kir ku hikumeta Iraqê di demekê de ku şerê li dij çeteyên DAIŞ`ê dewam dike de, bi zelalî diyar kiriye ku ew dixwaze hevkariya xwe bi DYA û Hêzên Koalîsyonê re biparêze.

Mackenzie da zanîn ku li gorî daneyan hîna 10 hezar alîgirên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê hene û destnîşan kir ku hîna ew rêxistina terorîst “gefeke rasteqîn” çêdike. Generalê amerîkî got: “Pêşketina hêzên ewlekariyê yên Iraqê hişt ku DYA hejmara hêzên xwe yên niha li Iraqê kêm bike.”

Mackenzie tekez kir ku hêzên DYA’yê û hêzên Koalîsyonê divê li wê derê bin da ku pêşî li ji nû ve avakirina rêxistina terorîst (DAIŞ) bigirin û da ku nekare planên êrişên mezin amade bike.

Her wiha Kenneth Mackenzie got: “Bi baweriya min, bi rêjeyeke mezin rê li Îranê hate girtin.”

(cx)