Îsal dê li Kobanê 500 hezar dar werin çandin

Rêveberiya Giştî ya Jînegehê ya herêma Firatê amadekariya çandina 500 hezar dar li herêmê dike.

Îsal dê li Kobanê 500 hezar dar werin çandin
20 mijdar, 2020   09:51
KOBANÊ

Rêveberiya Giştî ya Jînegehê ya herêma Firatê dê îsal li Kobanê, gundewarên wê, sazî û dibistanên wê nîv milyon dar biçîne.

Par li şitilgeha Miştenûr nêzî nîv milyon darên cur bi cur hatin çandin. Ew darên ku hatine çandin wê îsal li kantona Kobanê û gundewarên wê werin çandin.

Rêveberiya Jînegehê ya herêma Firatê, par daristana Hêvî cara yekem li kantonê çand û tê de zêdetirî 12 hezar dar heye. Daristan li gundê Xorxorî ya rojavayê kantonê ye.

Girêdayî mijarê, hevserokê Rêveberiya Giştî ya Jînegehê ya herêma Firatê Semîr Elî wiha got: "Kadroyên şitilgeha Miştenûrê îsal amadekariya çandina nîv milyonên darên berhemdar û bêberhem, li herêmê dikin. Ew dar dê li dibistan, saziyan û li ser rêyên bajêr bi çend merheleyan werin çandin.

Li gorî Semîr Elî, cureyên darên ku dê îsal bên çandin ev in: Sewlî, sinober, darên xemilandinê; xurme, murcan, efes, û darên berhemdar; hejîr, fistiq helebî, gûz û behîv.

Semîr Elî wiha domand: "Îsal me vekirina şitilgeha Hedato ya li bajarokê Şêran bi dawî kir û her wiha xebata li ser vekirina şitilgeha li navçeya Qenayê dikin, bi wê re jî li cem me 3 şitilgeh bi tevahî cureyên daran amade ne."

Elî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em xebata vekirina daristaneke nû li gundê ekolojiyê dikin, ku tê de 8 hezar dar hebin. Ew xebat jî dê li ser du merheleyan be. Di her merhelekê de wê 4 hezar dar werin çandin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d9tNw2q824k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>