Gêlo Îsa: Divê ENKS ji dêvla Tirkiyê, berê xwe bide gelê Kurd

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Gêlo Îsa serdana ENKS’ê ji dewleta Tirk re rexne kir û da zanîn ku dewleta Tirk ENKS’ê ji bo rewakirina dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Gêlo Îsa: Divê ENKS ji dêvla Tirkiyê, berê xwe bide gelê Kurd
20 mijdar, 2020   02:29
KOBANÊ

Di demekê de ku gelê Kurd li benda yekitiyê ne ku li hember dijminên xwe bisekine, pirsên li kolanên xwe di vê dawiyê de bi serdana Encûmana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê ji dewleta Tirk re, zêde bûn. Ji ber dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e, her projeyekê nîştimanî ya Kurd li Kurdistanê red û şerê wê dike.

Beriya çend rojan Endamên ENKS’ê bi şandeyekê bi navê qaşo"Eniya Azadî û Aştiyê" re serdana dewleta Tirk kir û li paytexta Enqereyê nûnerên ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê kir.

 ‘DEWLETA TIRK, DAGIRKER E Û ITÎRAFÊ BI TU BLOKEKE KURDÎ NAKE’

Têkildarî vê serdanê, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Gêlo Îsa wiha got: "Serdana ENKS’ê ji dewleta Tirk re, çewtiyeke mezin û ji bo gelê me pirsgirêk e. Ji ber gelê Kurd bi hêviya yekitiyê ye. Lê hin aliyên Kurd hê jî çewtiyan dikin û divê em xetên stûr ên li pêşiya yekitiya Kurd dibin asteng, bizanin û xebatê li gorî berjewendiyên gelê Kurd di vê pêvajoya hesas û nazik de bikin."

Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk, dagirker e û bi tu blokeke Kurd li herêmê itîraf nake û bi pêngaveke wisa dixwaze vîna Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Îsa piştrast kir ku divê ENKS’ê ji dêvla berê xwe bide dewleta Tirk û li dijî gelê xwe bi dijmin re disekine, li ser yekitiya Kurd û parastina destkeftiyên şoreşê bixebite. Divê ENKS’ê dijmin û dost ji hev derxe û li hember dijmin li şûna piştgiriya wan dike, li ber xwe bide.

Îsa diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya van serdanan dixwaze ji cîhanê bisepîne ku sûrî û kurd ên di opozîsyona Sûriyê û ENKS’ê de li rex wan in û wiha domand: "Pêdiviya dewleta Tirk bi alavekê heye da ku armancên xwe li herêmê bi rêya dagirkirina zêde ya herêmên Sûriyê pêk bîne. Ji lew re opozîsyona Sûriyê û ENKS’ê mîna amûrekê bi kar tîne, da ku projeyên xwe yên dagirkeriyê ne tenê li Sûriyê, lê belê li tevahî Rojhilata Navîn pêk bîne."

 ‘GELEK PIRS DER BARÊ NÎŞANEYÊN SERDANÊ DE HENE’

Gêlo Îsa li ser sedema serdana ENKS’ê ya ji dewleta Tirk re di vê demê de pirs kir û wiha pê de çû: "Di gel berdewama êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Kurd ên li parçeyên Kurdistanê û dijminahiya wê ji gelê kurd re, gelo serdana ENKS’ê ji dewleta Tirk re di vê demê çi nîşan dide?"

Gêlo Îsa bang li aliyên siyasî kir ku li rêya rast vegerin û wiha bi dawî kir: "Ji tevahî aliyên siyasî yên Kurd tê xwestin ku li rêya rast vegerin, xebata li ser parastina pêşeroja gelê Kurd bikin, her wiha bi rêya yekitiya Kurd garantiya mafên xwe li Sûriyeke pêşerojê bike û bibin aliyek di çareserkirina aloziya Sûriyê de."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dFPBzVdqAeg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>