Nîlufer Koç: Ev qonaxa dawîn a dewleta Tirk e, divê kes nebe sedema dirêjkirina temenê wê

Nîlufer Koç da zanîn ku ruxmî dewleta Tirk di aloziyekê de ye û hemû dewlet jî vê yekê dibînin, çima PDK nabîne û dijminê xwe xurt dike? Nîlufer got divê were zanîn ku ev qonaxa dawîn a dewleta Tirk a faşîst e, ji ber vê jî divê kes nebe sedema dirêjkirina temenê dewleta Tirk.

Nîlufer Koç: Ev qonaxa dawîn a dewleta Tirk e, divê kes nebe sedema dirêjkirina temenê wê
20 mijdar, 2020   04:49
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Ev demek e hêzên PDK`ê li çiyayên Başûrê Kurdistanê û li qadên gerîla tevgera xwe ya leşkerî zêde kiriye. Tevger wekî amadekariya şer tê şîrovekirin. Partiyên siyasî û gelê Kurd ê her çar perçeyên Kurdistanê banga bidawîkirina tevgerên hêzên PDK`ê kir û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Di heman demê de, KCK û HPG`ê jî der barê mijarê de banga diyalogê kiribû.

Têkildarî aloziya Başûrê Kurdistanê û hewldanên derxistina şerekî navxweyî, berdevka Komîsyona Karên Derva ya KNK`ê Nîlufer Koç ji ajansa me re axivî.  

'HEDEF DESTKEFTIYÊN ROJAVA Û TÊKBIRINA STATUYA BAŞÛR E'

Nîlufer got bi taybet Erdogan di nav hewldanên têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, li gel vê yekê bi şêwazekî din dixwaze statuya Başûrê Kurdistanê jî têk bibe.

Nîlufer da zanîn ku rûxmî lawaziya dagirker, dixwazin heta derfeta wan a dawî jî konsepta xwe bi ser bixin got: “Gelek caran di daxuyaniyên xwe de dibêje ku hebûna Kurdistana federal a Iraqê ji bo min pirsgirêk e. Me kêmasiyek di sala 2003`yan de kir û em ê sererast bikin. Li Başûrê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hatine avakirin û dagirkirin, niha jî dewleta Tirk rasterast çi ji aliyê artêşa xwe ve, çi jî ji aliyê hevkariya PDK`ê ve, dixwaze xeta Behdînan dagir bike. Di vê çarçoveyê de PDK û hikumeta Iraqê peymanek li ser Şengalê pêk anî. Şengal jî parçeyekî esasî yê vê konsepta têkbirina herêmê ye.”

'HEMAN KONSEPTA DAGIRKERAN LI ROJAVA, LI BAŞÛR TÊ PÊKANÎN'

Nîlufer destnîşan kir ku ev meseleya esasî ne şerekî navxweyî yan jî şerekî di navbera PKK û PDK`ê de ye û wiha pê de çû: “Ya esas dewleta Tirk dixwaze du hêzên Kurd bîne hemberî hev da ku bikare vê konsepta xwe ya stratejîk a dagirkirinê pêk bîne. Li Rojavayê Kurdistanê xwestin konsepta xwe bi rêya DAIŞ`ê pêk bînin, lê bi ser neket. Bi gelek şêwazên cuda wekî qutkirina av, kehrebe, kuştina serokên eşîran, bi dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê xwestin armancên xwe pêk bînin. Niha jî heman şêwazê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Di çarçoveya hevdîtinên neteweyî de ku li Rojava pêk tên, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe xwest parçebûnê di nav Kurdan de kûr bike da ku Kurd nebin hêz. Hebûna xwe ji sedî sed di tunekirina Kurdan de dibîne. Ji ber vê siyasetê, dewleta Tirk her ku diçe lawaztir dibe û di aliyê dîplomasiyê de kete nava tecrîdekê. Ruxmî ku dewleta Tirk tengijiye û hemû dewlet jî vê dibînin, çima PDK nabîne û dijminê xwe xurt dike? Divê em bizanin ku ev qonaxa dawîn ya dewleta Tirk a faşîst e. Ji ber wê jî divê em nebin sedema temendirêjkirina dewleta Tirk û di hinek xalan de hevbeşiya me çêbe, em ê bikarin vê dewletê di zûtirîn demê de bişikînin.”

‘DI ŞERÊ BAŞÛR DE DÊ KURDISTAN TEVAHÎ BÊ ŞEWITANDIN’

Nîlufer destnîşan kir ku binkeftina dewleta Tirk tenê ji aliyê PDK`ê ve nayê dîtin û wiha dewam kir: "Niha Ewropa ber bi biryarekê ve, raya giştî zextê li ser dewletan çêdike ku dibêjin hûn çima dihêlin Erdogan di mizgeftan de çeteyan li dijî me bi rêxistin bike, çima destûr didin ku mafê demokratîk ê Ewropayê bi kar bîne ku komeleyên faşîstan ava bikin. Niha nîqaş hene ku komeleyên girêdayî AKP/MHP’ê yên faşîst piştî Fransayê, li Almanyayê jî bên qedexekirin û Holanda, Awisturya jî xwe ji bo vê yekê amade dikin. Wê ev zext li ser Erdogan zêdetir bibe. Em Kurd jî divê pişta xwe bidin dîplomasiya navdewletî ya li dijî dewleta Tirk û divê em sûdê jê wergirin. PDK ku pişta bi AKP`ê xurt kiriye, lê AKP lawaz e. Eger PDK destê xwe bide PKK`ê, parlamento bi rastî jî bi rêya demokrasiyê bimeşe û PDK wek hêzekê di nav de cih bigire, wê ji bo Kurdên Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê derfetên navdewletî çêbin. Derfetên xurtbûna me hene, lê heke em parçe bibin, hêza me têk diçe. Ji ber wê jî dewletên dagirker li Başûrê Kurdistanê siyaseta ‘parçe bike-bi rê ve bibe’ dimeşînin. Ger şerekî wiha derkeve ku ev ne şerê "birakujiyê" ye ku aliyek xwe eşkere daye milê dagirkeran, wê Kurdistan tevahî bê şewitandin û ev pirsgirêka ku di nav du hêzan de xuya dike, wê bibe pirsgirêkeke bi sedan hêzên cîhanî. Divê em kujerên xwe xwedî nekin.”

‘CIHÊ ÎTÎFAQÊ BEXDA YE, NE ENQERE YE’

Têkildarî siyaseta êrişkar û sekna PDK`ê, Nîlufer Koç got êdî heq û neheq nikarin bibin yek û wiha berdewam kir: “Di civata KNK`ê ya 20`emîn de, hate gotin ku divê qonaxa ku em gihaştinê, tiştên şaş divê em bibêjin şaş e û tiştên rast jî divê em bibêjin rast e. Êdî heq û neheq nikarin bibin yek. Em nebêjin birayên me ne. Ev birayên me ev deh sal e dixwazin deskeftiyên Rojava têk bibin, ew li dijî gelê Başûrê Kurdistan bûye pirsgirêk. Di her alî de Başûrê Kurdistanê di nav krîzê de ye. PDK çima navbera xwe û Bexda xirab dike, cihê îtîfaqê ku ji bo hemû hêzên Başûrê Kurdistan bê çêkirin, Bexda ye, ne Enqere ye. Mimkun e ku Amerîka dixwaze Enqere bike deshilatdarê Başûrê Kurdistanê li gel PDK’ê, hesabê Amerîkayê ye ku ew li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Divê em li gorî berjewendiyên wan tev negerin.”

‘DIVÊ STATU LI SER HESABÊN ŞAŞ NEKEVE BER XETEREYÊ’

Nîlufer diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê ji bo qebûlkirina statuyê derfeteke mezin e ji Kurdistanê re û ev nirxand kir: “Ew qas komkujî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tên, tecawîzî li jinan dikin, tirkbûyîn tê pêşxistin û demografî tê guhertin û ev hemû sûcên şer in. Lê em nikarin dozê vekin, ji ber ku di fermiyetê de statuyeke giştî ya Kurdan tune ye. Li Başûr jî di çarçoveya Iraqê de hene. Başûrê Kurdistanê niha ji bo Kurdan derfetek e, divê partiyek li ser hesabê şaş vê statuye neke bin xetereyê. Hîna li Başûr ji sedî sed statu bi dest neketiye. Dema Kurd bi hev bikevin wê Bexda jî siyaseta xwe li dijî Kurdan bi pêş bixe. Divê em Hîtlerê xwe xwedî nekin. Hemû Kurd xwedî helwest bin û bang li PDK`ê bikin ku hêzên xwe bi paş de bikişînin û yên dewleta Tirk jî derxin. Bi destûra PDK`ê dewleta Tirk li herêmên Başûr bi cih bûye.”

Der barê êrişên li ser herêmên Heftanîn, Garê û deverên Başûrê Kurdistanê û têkiliya wan bûyeran bi Rojava ve Nîlufer ev yek got: “Bi gelek şêwazan xwestin Rojava teslîm bigirin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi rêya provoksyonê şerê navxweyî yê Kurdan derxin û sînorên nêzî Rojavayê Kurdistanê hemû dagir bikin, da ku du parçeyên Kurdistanê bi hev re têk bibin. Lewra zemîna van êrişan tê amadekirin."

'QEDERA ŞENGAL Û ROJAVA BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE'

Nîlufer bal kişand ser peymana Şengalê û berxwedana gelê Şengalê û ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Berxwedana gelê me yê Şengalê li dijî vê peymanê gelekî girîng e. Divê gelê me yê Rojava jî piştgiriya berxwedanê bike, ji ber ku qedera Şengal û Rojava bi hev ve girêdayî ye.”

‘ENKS BI SERERASTKIRINA SIYASETA HEWLERÊ WERÊ SER XETA YEKITIYÊ’

Nîlufer di berdewama nirxandinên xwe de da zanîn ku qedere Kurdan wiha hatiye girêdan ku cara yekemîn di dîrokê de çar perçe ew qas bandorê li hev dikinû wiha pê de çû: "Piştî dagirkirina Kerkûkê dor hat Efrînê. Ji bo hevditinên yekitiyê bi encam bibin divê siyaseta me li Başûrê Kurdistanê bi taybet siyaseta neteweyî giraniya xwe bide ser rexnekirina siyaseta PDK`ê. Ji ber ENKS ne bi vîna xwe ku demek diçin Stenbolê an jî Hewlêrê û diçin Qamişloyê, mirov li daxuyaniya wan dinêre, diyar dibe ku zêde di bin bandora Stenbolê û Hewlêrê de ne. Ji bo ENKS bi rastî jî were ser xeta yekitiyê, divê siyaseta Hewlerê were sererastkirin. Wê demê Stenbol nikare bandorê li ENKS`ê bike.”

‘HEKE KONGRE BIHATA LIDARXISTIN REWŞA KURDAN WIHA NEDIBÛ’

Nîlufer Koç di dawiya nirxandinên xwe de bi bîr xist ku eger kongreya neteweyî di sala 2013`an de bihata lidarxistin, dê rewşa Kurdan ne wiha bûya û got: "Eger Mesûd Barzanî guhê xwe nedaba hêzên derve, wê rewşa me cuda bûya. Li Rojava ew qas şehîd wê nehatibana dayîn, Şengal bi êrişên DAIŞ`ê re rû bi rû nedima. Divê şewireke kurdî ya giştî çêbe. Ger PDK bi israr neyê xebatên kongreya neteweyî, divê em bibêjin bêyî te jî dibe."

ANHA