HWR’ê, banga serbestberdana Selahattîn Demîrtaş kir

HRW got, berdewama girtina Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş nîşan dide ku desthilata rêveber a Tirkiyê bandorê li biryarên dozgeriyê dike.

HWR’ê, banga serbestberdana Selahattîn Demîrtaş kir
19 mijdar, 2020   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) îro bi daxuyaniyekê banga serbestberdana  lezgîn a "Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş kir, li gorî biryara Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan a sala 2018'an."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ji Mijdara 2016'an ve bi tawana girêdayî "Terorê" yên derbarê daxuyaniyên wî yên siyasî yên li dijî rêbazên desthilata Erdogan girtî ye.

Tevî ku piştî biryara Dadgeha Ewropayê, dadgeha Tirkiyê fermana berdana bi şertan a Demîrtaş da, lê heta niha di girtîgeha bajarê Edîrnê ya bakurê rojavayê Tirkiyeyê girtî ye.

Di daxuyaniya rêxistinê de hate destnîşankirin ku girtina Demîrtaş û 8 nûnerên din ên HDP'ê mîna destpêka "Êrişa hikumetê ya domdar a li ser partiyê ye".

Her wiha got, berdewama girtina hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş nîşan dide ku desthilata rêveber a Tirkiyê bandorê li biryarên dozgeriyê dike.