Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê

Li Qamişlo, Amûdê û Helebê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin.

Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25'ê Mijdarê
19 mijdar, 2020   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bi diruşmeya "Na ji qirkirin û dagirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" tên lidarxistin.

AMÛDÊ

Di vê çarçoveyê de Kongreya Star li bajarokê Çaxir Bazar ê navçeya Amûdê meşek li dar xist. Bi dehan şêniyên bajarokê û gundên girêdayê wê, endamên Kongreya Star, meclis û Tevgera Jinên Ciwan beşdarî meşê bûn.

Beşdarên meşê, pankarta "Hilşweşandina pergala Îmraliyê hilweşandina qeydên li ser jinan e", wêneyên şehîdên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Zehra Berkel, Hevrîn Xelef, Yadê Aqîde, posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û YPJ'ê hatin vekirin.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Bajaroka Çaxir Bazaran bi diruşmeyên banga azadiya jinan û rêber Abdullah Ocalan û hilweşandina faşîzma Erdogan dest pê kir û li qada bajarokê rawestiya û veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Kongreya Star a bajarokê Şirîn Dawud axivî û tundiya li ser jinan şemezar kir û got: "Ji hezarên salan ve, li dijî jinan qirkirina komî tê kirin, lê tu kesî qetilikrina jinan bi qirkirina komî wesif nekirine."

Şirîn Dawud got: "Lê em dibînin  ku jin bi ku derê ve biçe, bi têkoşîna xwe ya ku xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi ser dikevin, jin serî ji rewşa ku civakê lê ferz kiriye natewîne."

QAMIŞLO

Bi heman armancê Kongreya Star a bajarê Qamişlo semînerek li parka 19'ê Tîrmehê ya li taxa Erbawiyê bi beşdarbûna endamên kongreyê û dayikên gerîlayan pêk anî.

Semîner a bi deqeyeke rêzgirtin dest pê ji aliyê endama Saziya Ol û Civakê Emîra El-Iz û endama Kongreya Star Mizgîn Hemo ve hate dayîn. Di semînerê de tundiya li ser jinan, sedem û encamên wê hatin destnîşankirin û hate gotin dîroka tundiya li ser jinan gelekî dirêj e.

Her wiha çîroka  ragihandina 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, roja kuştina hersê xwişkên Mirebal ji aliyê desthilatê ve hate gotin.

Di semînerê de hate destnîşankirin ku gelek cureyên tundiya li ser jinan hene, jê fîzîkî, derûnî, destdirêjî, axaftin û hate gotin: "Di raporên cîhanê yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de tê destnîşankirin ku li tevahî cîhanê ji sedî 35 jin li dijî wan tundî tê meşandin."

HELEB

Li Helebê jî bi boneya 25'ê Mijdarê , Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Kevana Zêrîn şevbêreke hunerî li dar xist.

Şevbêrk li hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûd bi beşdarbûna bi dehan jinan hate li darxistin. Hola şevbêrkê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatibû xemilandin.

Şevbêrk bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Jinan helbest li ser jinan xwnedin.

Di dawiyê de Koma Şehîd Vajîn a Tevgera Kevana Zêrîn stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

ANHA