Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Li Helebê bi hatina roja 25'ê Mijdarê, bi sedan mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan.

Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
Li Helebê mêr li dijî tundiya li ser jinan meşiyan
19 mijdar, 2020   14:59
HELEB

Li taxa Şêxmerqsûd a Helebê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de, bi sedan mêr meşiyan.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û di kolanên bajêr dewam kir. Di meşê de dirûşmeya "Bê jin jiyan nabe" û "Jin jiyan e azadî " hatin berzkirin û  pankartên bi nivîsên "Na ji qirkirin û dagirkirinê re", "Em jin û jiyanê biparêzin", "Hilweşandina pergala Îmraliyê hilweşandina bendên li ser jinan e" û "Jin, jiyan, azadî" hatin hildan.

Meş li qada 7 Şehîdan a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd rawestiya.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê hevserokatiya MSD'ê Mirai Şiblî û hevserokê Meclisa Taxa Eşrefiyê Welat Mamo axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku rizgarkirina civakê bi rizgarkirina jinan dest pê dike, ji ber ku jina sembola çareseriyê ye û pêşenga şoreşa 19'ê Tîrmehê ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku "Dem dema destberdana ji adet û kevneşopiyên paşverû yên ku jinan biçûk dixin."

ANHA