Akman û 3 Kurd li Romanyayê hatin binçavkirin, parêzer hatin astengkirin

Li Romanyayê, rojnamevanê Kurd Nûrî Akman jî di nav de 50 penaber hatin bin çavkirin û 35 ji wan bi zorê radestî Tirkiyeyê hatin kirin. Akman û 3 siyasetmedarên Kurd li balafirgehê û gelek penaber jî li navenda koçberan a bajarê Arafê ne.

Akman û 3 Kurd li Romanyayê hatin binçavkirin, parêzer hatin astengkirin
19 mijdar, 2020   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnamevan Nûrî Akman ku ji ber karê rojnamevaniyê yê li Tirkiyeyê tê darizandin û dadgeriya Tirk dixwaze 100 salî cezayê girtîgehê lê bibire, ji ber zext û zordariya lê dihate kirin welatê xwe terikand û gihîşt Yewnanistanê. Li vê derê ji bo mafê penaberiyê serlêdan kir. Tevî ku demeke dirêj li Yewnanistanê ma, hikumeta Yewnanistanê  bersiveke erênî neda daxwaza wî ya penaberiyê.

Akman jî tevî siyasetmedarên Kurd û Kurdên li gel xwe di ser Makedonyayê re derbasî Sirbistanê bû û ji wir jî gihîşt Romanyayê. Di 13'ê Mijdarê de li bajarê Tîmîşoara yê Romanyayê li otela ku lê diman di serdegirtinê de Akman jî di nav de 50 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin navendeke destgîrkirinê ya li Tîmîşoarayê û li wir şopa tiliyên wan girtin. Piştî 5 rojan jî 35 kes radestî Tirkiyeyê hatin kirin.

Ciwanê bi navê Rohat ku yek ji wan kesên radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, diyar kir ku li Tîmîşoarayê hîn gelek Tirkiyeyî û Sûriyeyî li girtîgehan e. Ciwanê navborî diyar kir ku hefteyekê binçavkirî ma û kiryarên li dijî mirovahiyê li wan hate kirin.

Rayedarên Romanyayê doh hewl dan bi zorê rojnamevan Nûrî Akman, Serbest Derîn û Lokman Coşkûn li balafirê siwar bikin. Lê belê Akman, Derîn û Coşkûn li ber xwe dan û hîn jî li balafirgehê ne. Parêzer doh êvarê çû balafirgehê lê belê hate astengkirin.

Çavkanî: ANF